Hest û Helwest: Şerê Navçeyên Din ên Sûriyê Piştî Têkçûna Daişê

Di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokrat behsa têkbirina Daişê di nava çend rojan de dikin, şareza dibêjin şikestina leşkerî ya gurûpa terorîst nayê wateya şikestina terorê li seranserî Sûriyê.

Ji bilî şaneyên veşartî û îdyolojiya Daişê, ku dê demeke dirêj bixwe ta bi temamî bi dawî bibe, li hin navçeyên din hîn gurûpên opozisyonê hene ku wek gurûpên terorîst tên binavkirin.

Li parêzgeha Idlibê gurûpa Desteya Rizgarkirina Şamê serdest e, Efrîn û navçeyên Bakurê Helebê di bin destê gurûpên opozisyonê de ne, û li aliyê Başûrê Sûriyê jî hîn opozisyon heye.

Gelo nemana leşkerî ya Daişê çi bandorê dide ser şerê navçeyên din ên Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Azad Berazî, endamê berê yên encûmena sivîl a bajarê Reqa ku li Sûriyê dimîne û şîrovekarê siyasî Înayet Dîko ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 19_3_2019