Hest û Helwest: Bandora Girjiyên Amerîka û Îranê li ser Kurdên Sûriyê

Girjiyên di navbera Amerîka û Îranê de hin xem li Rojhilata Navîn derxistine pêş li dor rûberûbûneke ku bandorê bide ser gelek welat û neteweyan, di nav de jî Kurdên Sûriyê ku bo demeke dirêj şerê gurûpa terorîst Daişê kirin û hîn jî di wê metirsiyê de ne.

Bandora van girjiyan çawa ye li ser Kurdên Sûriyê?

Kurdên Sûriyê dikarin çi bikin da xwe ji tevlêbûna şerekî wiha dûr bixin?

Xwedûrxistina ji vî şerî wê çi bandorê bide ser pêwendiyên wan ên li gel Amerîka ya ku nehîştina hebûna Îranê li Sûriyê yek ji armancên sereke yên wê ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Fethella Huseynî, endamê niwêneratiya Rêveberiya Xweser a Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Îraqê û Guman Hisên, şîrovekarê siyasî ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 1-14-2020