Wezîrê berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar got wî û hevtayî xwe yê Rûsî Sergei Shoigu di pêwendîyeke telefonî de li hev kirine ku rê li binpêkirinên agirbesta li Bakurê Sûrîyê bigrin.
Hefteya borî, Tirkîyê xem û nerazîbûna xwe derbirî li dor êrîşên firokên şer ên Rûsî ku hin bajarok û nexweşxaneyek li herêma sînorî ya li gel Tirkîyê kiribûn armanc.
Akar got berpirsên Tirkîyê handerîya hevtayên xwe yên Rûsî dikin ku pêgir bin bi rêkeftinan û Shoigu gotiye ku dê Rûsya hin pîvanan di vê derabrê de deyne.
Tirkîyê di sala 2016an de, herêma sînorî ya bakurê parêzgeha Helebê ew dorpêç kir û xist bin kontrola hêzên opozisyona Sûrî.
Di sala 2018an de jî, ew derbasî Efrînê jî bû û niha herêma Sînorî ya di navbera çemê Furatê û parêzgeha Idlibê de bi tevahî kontrol dike.
Mosko dibêje YPGê ji wan herêman vekişiyaye lê Tirkîyê gumana vê yekê dike û di navbera demekê û demeke din de beha şer û pevçûnan li wê herêmê dike.
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser mijarê:
Dr. Zara Salih, şîrovekarê Siyasî ku li Brîtanya dimîne û mamoste Elî Mislim, nivîskarê siyasî ku li Tirkîyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5