Hest û Helwest: Diyaloga di Navbera Kurdên Sûriyê de

Syrian Kurds Voting Today

Syrian Kurds Voting Today

Ev bû demeke ku partiyên rêveberiya xweser a Kurdên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENK-S) tevlî diyalogekê bûne ku armanca wê pêkanîna rêkeftinê ye, bi çavdêriya Amerîka û alîkariya serkirdayetiya Herêma Kurdistana Îraqê.

Qonaxa Yekem ji axaftinan bi awayekî serkeftî bi dawî hat, li gor herdu aliyan û ew derbasî qonaxa duyem bûn. Lê di destpêka qonaxa duyem de hin daxuyanî û helwestên nakok hatin ragihandin li dor beşdarkirina hin aliyên din ên Kurdên Sûriyê.

Bend û nakokiyên di navbera herdu aliyan de çine û çiqas mezin in?

Pêkanîna rêkeftineke berferh û bingehîn ta çi radeyê mumkine?

Çiqas girîng e Kurdên Sûriyê vê rekeftinê pêk bînin û ew çawa dikare bibe nimûne ji bo rêkeftineke giştî ji bo tevahiya aliyên Sûrî û destpêka çareseriyekê ji bo kirîza Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest ev pirs û hin pirsên din ên girêdayî bi du mêvanan re gotûbêj kir:

Fethella Huseynî, endamê niwêneratiya Rêveberiya Xweser a Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Îraqê ku li bajarê Sulêmaniyê dimîne û Farûq Hecî Mustafa, rêvebirê dezhega Berçav ji bo bo Medya û Azadiyan ku li bajarê Kobaniyê dimîne.

Fethella Huseynî

Fethella Huseynî

Farûq Haj Mistefa

Farûq Haj Mistefa

Ji bo guhdarîkirina li diêrjiya bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 16/6/2020