Piştî Erdheja Mezin, Semsûr Bûye Bajarê Wêran û Bêxwedî

Bajarê Semsûr

Erdhêja ku navenda wê Bazarcîx û Elbîstana Mereşê bû, li 10 bajaran bû sedema wêranîyek mezin.

Piştî 34 saetan li ser erdhêjan biorî em hatin Semsûr (Adîyaman)ê.

Jiber ku li gelek kanal û televîzyonan da çi behsa Semsûrê nehate kirin em jî nizanibûn ku em dê rastê çi çîrokan bên.

Dîmena ku pêşî em lê rast hatin, hers û tûre ya rûnîştvanên bajêr bû. Hêrsa wan ji rayedaran re, ji hikêmetê ra bû. Em bi kê re axivîn, hevoka “Semsêr bê xwedîye” li ser devê hemîyan bû.

Daketina bajar ji alîyê Kolik (Kahta) li ser rêya Bulwara Ataturk e. Xortek ku nav wî Taha bû got “Jixwe ser û binê Semsûrê lev bulwara dirêj e.”

Taxa pêşîn ya li ser vê bulwarê jî taxa Yunus Emre ye.

Li ser milê rastê du avahîyên heşt tebeqe herifîne.

Kefçeyek û çend xebatkar li ser kavilê avahîyeke hebûn ku hewil didan xizmên xwe yên di bin de ne rizgar bikin. Heta êvarê jî ji bin kavilan dengê hewaran hatiye, lê şevek sermayê seqem di ser hemîyan de derbaz bûye lewma her kêlîya ku dibihûrî jibo wan mirovan şerê man û nemanê bû.

Hêvîya wan mirovên ku ji erdhêjê rizgar bûne, jibo lhezkirîyê wan ên di bin kavilan da mane her diçe kêm dibe, lewma hêrsa wan jî qasî hezkirina wan zêde bê.

Dema bihîstin em rojnamevan in, ber bi me ve hatin û gotin “Me bibîzîn, dengê me ragihînîn ku em li vir bêxwedî ne. Dewlet alîkarî neşîyande. Derdê me ne xwarin, ne betanî, ne av, ne livîn e; bes em dixwazin kefçe û vînç û tîmên hewargihandin û rizgarkirinê werin, werin ku em bav û bira û xwîşk û birayê xwe xrlas bikin…”

Li ser van gotinan ji ser rêya Amedê tirek mezin hate û li serê kefçeyek hebû. Hemî xelqên li dor avahîyên ruxandî bazdan pêş qamyonê û ew rawestandin. Ji şofêr xwestin kefçê li wir daxîne û li avahîya din de jî dest bi kolanê bike.

Şofêr neçar ma û kefçê daxist.

Qasekî şunde jî seyara cendermeyek rawestandîn. Jibo ku cenderme leşker e, nûnerê dewletê ye, unîforma dewletê li ser e, gazindên xwe kirin, girîyan, qêrîyan, gotin “em di bextê we da ne, kî tê diçe, bi ser me da dibuhure lê kes goh li me nake, neçin, alîkarî bixqazin jibo me…”

Lê hemî hewildanê wan bê encam ma, rêya cenderme ber bi cîyek din da bû.

Jinek ji nav wan, xwe ji me rojnamevanan ra jî tore kir, nehîşt em dîmenan bigirin, gelek bê hêvî bû.

Jibo ku bira û jinbira û sê xwarzê wê di nav wan kavilan da mabûn û ew roj sîbe bi peyama telefonê ji wan hewar xwestine.

Hêrsa wê ji bêçaretîya wê bû.

Ji nav kawîlan qêrînek bilind bû, “Ay biraoooo…’

Meytê zilamek navsere ji nav xirban derxistin.

Dilê mirov bar nedida ku li wê dîmena kambax binêre…Zilamek li wir nobeta kavilê avahîyekê digirt, keça wî, sê nevî û zavayê wî di benda mane. Ji qazayekê hatiye, lê destê wî û dilê wî jê nedibû ku çend metre jî dûr here.

Her kes nobeta kavilên xwe digirtin, li Apartmana Kilinç jî çîrokên kambax em pêşwazî kirin.

Ne elektrîk heye ne înternet, ne telefon dikşîne, ne av ne jî xwarin heye. Lê xema rizgarkirrina mirovê wan di ser hemî xeman da bû. Heta kes û karê wan ji kavilan dernekeve ne xwarin di xema wan da ye ne ji xew.

Mamoste Orhan jî nobeta 18 xizmên xwe digirt. Bi girî axîfî, dayika wî, pîrika wî, bira û birazî, ap û pismam bi giştî 18 xizmên wî di bin kevir û beton û şîşan da mabûn.

Avahî 9 tebeqe bû ye lê ji betona tawanan pêştir tiştek nemaye. Lê, jibo ku nikaribû alîkarî bîne, pir bi ber xwe dike. Ew jî bi gazind bû, gotin di gewrîya wî da dima.

Sê apartman şûnde avahîyeke din ya herifîye, meriv li dora agir kom bibûn, ji nav kavilan text û dar ê mobîlyayan dikişandin û dikirin êzing.

Berîya me meytê 3 jinan derxistibûn, dayikek û du keçên wê…

Dema Em ji kavilan bihorîn, li qeraxê rê, dî torbeyê reş yê cenazeyan da meytê her sêyan ku danîbûn erdê, derket pêş me.

Zilamek nobeta wan digirt, wî got dayika wan her du keçan, xwîşka hevalê wî bûye, wî jî nizanibî meytan bibe bi ku, mecbûr bû li hêvîya hevalê xwe ku, birayê jinika belengaz e, bisekine.

Dema tarî girte ser erdê, ji agirên ki jibo xwe pê germ bikin û ji lambeyên ambulansan pêştir ti ronîyek li Semsûrê tunebû. Di vê rewşê da jî ji girtina nobeta mirîyên xwe pêştîr tu tiştek ji destê Semsûrîyan nayê.

Jibo şandina bajarokê em mecbûr vegerîyan Kolikê. Êvarê saet 8’an de vîncek çê ber bi bajarê tijî mirî. Ji 12ê şevê şûnde jî qamyonên alîkarîyan yek bi yek ji ber me bihorîn. Alîkarî pîştî 42 saetan diçû…