Dayika Selahattîn Demîrtaş, Sadîye Demîrtaş jiber nexweşîna gurçik û satilcanê (zature) îro li Amedê ji nexweşxanê re hate rakirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin rewşa salxemîya Sadîye Demîrtaş ne baş e û ew niha di servîsa çavderîya krîtîk de hate razandin.
Şêwirmendê Demîrtaş, Zinar Karavîl ji Dengê Amerîka re got ku doktor raporên dane ku jiber nexweşîya giran, rîska mirinê jî heye û Selahattîn Demîrtaş bi rapora doktoran jibo dîtina dayika xwe ji Wezareta Dadê destûra teybet xwestîye.
“Bi van raporan birêz Demîrtaş Sêşemê êvarê hat Amedê û li nexweşxaneyek taybet serdana dayika xwe kir. Ew niha hîn jî li Amedê ye, li bende ye ku bi firokê ew bibin Edîrneyê.’’
DEM partî jî bi daxuyanîyekê serdana Demîrtaş piştrast kir.
Di peyama xwe de DEM Partî van zanyarîyan parvekir:
“Dayika Selahattîn Demîrtaş, Sadîye Demîrtaş jiber nexweşîya li Amedê li nexweşxaneyek di bin çavderîyê da ye. Rêhevalê me Selahattîn Demîrtaş daxwaz kir ku dayika xwe bibine. Li ser vê daxwazê ew ji Amedê re hate anîn ku dayika xwe bibîne. Em jibo dayika Şadîye dûa dikin, hêvîya me ew e ku ew di demeke kurt de qenc bibe û saxlemîya wê baş be.’’
Hêjayî bîrxistinê ye ku Selahattîn Demîrttaş du sal berê, roja ku bavê wî Tahir Demîrtaş krîza dil derbaz kiribû, dîsa bi destûreke taybet hatibû serdana bavê xwe Tahîr Demîrtaş ku di 31’ê Rêbendanê de li mala xwe ya li Amedê koça dawî kiribû.
Selahattîn Demîrtaş jibo ku di wan rojan de ji doza Kobanê parastina xwe kir, beşdarîya oxirkirina dawîn ya bavê xwe nebûbû.