Li Sakaryayê Êrîşa li Dij Karkerên Kurd Yên Çinîna Bindiqan

Karkerên Kurd li Tirkiyê

Roja înê li bajarê Sakarya, li gundê Sutmahalle, xwediyê baxçeyên findiqan êrîşê karkerên kirin. Karker, jibo berevanîkirina findiqan beriya çend hefteyan ji navça Dêrika Mêrdînê çûne Sakaryayê.

Qasim Demir, berpirsê karkerane, dibêje ew 17 kes bûn ku di wî baxçê de kar kirine. Wî da zanîn hemî xwarzî û birazyê wî ne û keça ku hatiye derbkirin jî keça wî Şîlan a 14 salî bûye. Wî da zanîn Şîlan pir di bandora êrîşê de maye.

Rojîn û Remzîye Demir jî jibo Dengê Amerîka derbarê bûyera pêkhatî axivîn. ''Nevîyê xwedîyê baxçe ji me re got hinek di wir de herin, me jî xwe da alî di wê kêliyê de kalê wî sixêf û çêrê me kir got çi hun weke kerîya segan di ciyê xwe nasekinin û çêrên pîs bi me kir. Me jî got em vê heqaretê qebûl nakin, em ne êsîr û kole ne, me kar berda û em çûn bereqeyan. Paşê jî ew kal û hersê kurên xwe bi ser me de hatin. Bi daran êrîş kirin. Gotin 'Ev der ne Mêrdîn e û çêran kirin. Me got emê telefonê cenderme bikin, gotin cenderme jî yê me ye.''

Piştî êrîşê karker ji Sakarya ber bi Mêrdînê birê ketin. Wîlayeta Sakaryayê roja înê daxuyaniyek belav kir û behsa bûyerek di 22ê mehê de qewimiye kir û got ew dîmen yên kevin in û tu êrîşek çênebûye.

Qasim Demir da zanîn îro şemîyê danê sibê Walî telefonê wan kiriye û gotiye ew li dijî nîjdarperestiyê ne û êrîşkaran desteser kirine.

Parlamenterê AKP yê Sakarya Alî îhsan Yavuz, înê êvarê li ser torên civakî peyamek belav kir û îda kir êrîşek bi vî rengî li bajarê wan çênebûye, nûçe jî derew in.

Your browser doesn’t support HTML5

Karkerên Kurd Bin Şertên Giran de Findiqan Diçînin

Lê cîgira Seroka HDPê Şazîye Onel Şemiyê li Enqere daxuyaniyek da, got bi karkeran re di nav peywendiyê de ne û bûyerê weke êrîşeke nîjadperestî ya li dijî Kurdan binav kir.

Onel got ''êrîşên bi vî rengî pişta xwe ji zimanê sîyaseta nîjadperest ya desthilatîya AKP û MHP distîne ku êrîşkar dizanin di encama van kirinan da ceza nastînin''.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn-Êrîşa Sakarya- Amed 05 09 2020