Artêşa Rûsyayê roja Şemiyê got ku wê barekî mezin yê çekên rojavayî li herêma Zhytomyr ya Ukraynayê, li rojavayê Kyivê, bi mûşekên Kalibr ên ku ji behrê têne avêtin ji nav bir.
Wezareta berevaniyê di daxuyaniyekê de got ku êrîşê "komek mezin ji çek û alavên leşkerî yên ku ji Amerîka û welatên Ewropî hatine radestkirin" kirin armanc ku ji bo leşkerên Ukraynayê yên li herêma rojhilatê Donbasê ku lê şer lê giran e hatine şandin.
Reuters nekarî bû bi awayekî serbixwe raportê piştrast bike, di heman demê de tê gotin ku mûşekên Rûsî li depoyên sotemeniyê li nêzî Odesa li peravên Derya Reş xistine û du firokên Ukraynayê Su-25 û 14 dron xistine xwarê.
Di agahiyên herî dawî de li ser şer, ku Rûsya wek "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav dike, wezareta berevaniyê herwiha got ku Rûsyayê li gelek bingehên fermandariya Ukraynayê xistiye.
Rojava, piştî êrîşa Rûsyayê ya di 24ê Şibatê de, şandina çekan ji bo Ukraynayê zêde kiriye û artêşa Rûsyayê hewl dide wan çekan bigire û tune bike.
Mosko dibêje şandina Rojava ya çekan ji bo Kyivê, û sepandina cezayên tund li dijî aboriya Rûsyayê, ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve weke "şerê wekaletê" ye.
Jêder: Reuters