Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Gaza Fînlandîyayê Sibe Şemîyê Qut Dike


Stasyoneke kompanîya gaza xwezayî ya Rûsî Gazprom, li Stavropol,Rûsya (Arşîv)
Stasyoneke kompanîya gaza xwezayî ya Rûsî Gazprom, li Stavropol,Rûsya (Arşîv)

Firoşkarê gazê yê dewleta Fînlandîya Gasum îro roja Înê bi daxuyanîyekê ragihand ku peydakirina gaza Rûsî ya bo Fînlandîya wê sibe Şemîyê rawiste.

"Roja Înê 20'ê Gulanê piştî nîvro, Gazprom Export ya kompanîya derfirotina gazê ya Rûsya, Gasuma Fînlandîya agahdar kirîye ku gaza xwezayî ya bo Fînlandîya ya di çarçoveya peymana dabînkirina Gasumê de, wê roja Şemîyê 21'ê Gulanê da were qut kirin."

Lê, Gasuma da zanîn ku kompanî wê berdewam bike ku gazê bo Fînlandîyan ji çavkanîyên din bi rêya borîya Balticconnector peyda bike.

Rêvebirê Giştî yê Gasumê Mika Wiljanen jî ser pirgirekê wiha got:

"Me bi baldarî xwe bo vê rewşê amade kiribû û heke di tora veguhestina gazê da astengî çênebin, emê bikarin di mehên pêşîya me da gazê bidin hemî kiryarên xwe."

Gazprom Export ji welatên Ewrupî daxwaz dike ku divê ew heqê gaza ku ji Rûsya dikarin bi bi dirava Rûsî Ruble bidin, jiber toleyên ku welatên Rojavayî piştî êrîşa Moskowê ya dijî Ukrayna, ser wî welatî ragihandine.

Kompanîya gazê Gasum ya dewleta Fînlandîya red dike ku heqê gaza Rûsî bi Ruble bide û jiber vê yekê jî Gazprom Export îro ev biryara qutkirinê ragihand.

XS
SM
MD
LG