Karbidestên Ukraynayê hêşta hejmara kuştiyan eşkere nekirine piştî êrîşa mûşekî ya Rûsî roja Înê li ser bingeheke leşkerî ku tê de leşker di baregehekê da nivistî bûn, û bingeh hatibû wêran kirin li bajarê Mykolaiv ê li başûrê Ukraynayê.
Peyvdara leşkerî Olga Malarchuk gote Agence France-Presse , "Ji ber ku operasyona rizgarkirinê bi dawî nebûye û malbat tev nehatine agahdarkirin, destûr nîn e ku em tiştekî bibêjin."
Leşkerek gote AFP ku 50 term hatine dîtin, yekî din jî got dibe ku di bin avahîyên herifî da bi qasî 100 mirî hebin.
Mykolaiv 130 kîlometre dûrî bendera leşkerî ya stratejîk ya Odesayê ye.
Dibistanek hunerî ya ku nêzîkî 400 kesan bo xwe kiribûn stargeh li bajarê dorpêçkirî yê Ukraynayê Mariupolê, ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatîye bombebarankirin.
Konseya bajarê Mariupolê ewro roja Yekşemê got ku avahî di êrîşê de wêran bûye. Derbarê kesên sax mayî hêşta çi agahî berdest nîn e.
Li gorî daxuyanîya Konseya bajarê Mariupolê herwiha heftîya borî bi hezaran niştecihên Mariupolê ku piranîya wan zarok û jin bûn ji malên xwe û di avahîyeka werzişê da ku jiber bombebarana berdevam xwe vedişartin bi zorê hatine derxistin û veguhastine bo axa Rusyayê.
Rûsyayê ewro roja Yekşemê got ku wan dîsa mûşekên xwe yên nû yên hîpersonîk havêtine Ukraynayê, û depoyeke sotemeniyê li başûrê wî welatî wêran kiriye.
Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê got, "Sîstema mûşekên hewayî ya Kinzhal bi mûşekên balîstîk yên hîpersonîk depoyeke mezin ya sotemenî ya hêzên çekdar yên Ukraynayê li nêzîkî Kostyantynivka ya li herêma Mykolaiv hilwişandîye."