Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Rûsya Û Ukrayna li Ser Mijarên 'Girîng' Nêzîkî Pêkhatinê Dibin


Wezîrê Derve yê Tirkiyê di hevpeyvînekê de ku îro roja Yekşemê hatîye weşandin, got ku Rûsya û Ukrayna li ser mijarên "krîtîk" nêzîkî rêkeftinekê bûne û ew hêvîdar e ku agirbest çêbibe, heke her du alî ji pêşkeftinên ku heta nûke hatine bidestxistin paşve nezivirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Ukraynayê Dmytro Kuleba di destpêka vê mehê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyabûn.

Di wê demê de, ji danûstandinan çi encamên berbiçav derneketibûn. Lê Çavuşoglu, ku heftîya borî ji bo hevdîtina digel Lavrov û Kuleba çûbû Rûsya û Ukraynayê, gote rojnameya Hurriyet ya Tirkî ku "di helwêstên herdu aliyan da li ser mijarên girîng, mijarên krîtîk nêzîkbûnek heye."

XS
SM
MD
LG