Li jêr em çend agahî û daxuyanîyên dawî yên girîng derbarê krîza di navbera Rûsya û Ukraynayê de tînin pêş we:
• Berdevka Qesra Spî Jen Psaki ragihand ku Serokê Amerîkî Joe Biden dê îro Yekşemê ligel Civata Ewlekarîya Netewî bicive, jiber nîgeranîyên ku "Rûsya di her kêlîkekê de dikare êrîşekê li dijî Ukraynayê bike."
• Serokê Ukraynayê Zelenskyy di Konferansa Ewlekarîyê ya Munîhê da got: "Ez nizanim serokê Federasyona Rûsyayê çi dixwaze, ji ber vê yekê ez pêşnîyara hevdîtinê dikim."
• Pêşnîyara Zelenskyy di demekê de tê ku Ukrayna xwe ji êrîşeke pêkan ya Rûsyayê re amade dike. Wî daxwaz kir ku ku garantiyên ewlehîyê yên nû ji bo welatê xwe peyda bike ji ber ku sîstema cîhanî ya heyî jibo wê armancê têrê nake.
• Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss îro Yekşemê di hevpeyvînekê ligel rojnameya Daily Mail li ser êrîşa pêkan ya nêzîk ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ser Ukraynayê got: "Divê em Putin rawestînin, ji ber ku ew li Ukraynayê nasekine."
• Liz Trussê got "Putin ev hemû bi eşkereyî gotîye ku ew dixwaze Rûsyaya Mezin ava bike, ku ew dixwaze vegere rewşa berê ya Rûsyayê ku herêmên mezin yên Rojhilata Ewrupayê kontrol dikir."
• Serokê Civata Ewrupî Charles Michel roja Yekşemê got hevalbendên Rojavayî nikarin şaxê zeytûnê dirêj bikin dema ku Rûsya li ser sînorê Ukraynayê alozîyan berdewam dike.
• "Pirsa mezin ew e: gelo Kremlin dîyalogê dixwaze an na?" Michel di Konferansa Ewlekarîyê ya Munîhê de pirsî û bi ser de got "Em nikarin heta hetayê şaxê zeytûnê dirêj bikin dema ku Rûsya mûşekan diceribîne û bi berdewamî leşkeran kom dike."
• Austurya, Fransa û Almanya welatên herî dawî ne ku ji hemwlatiyên xwe daxwaz dikin ku ji Ukraynayê derbikevin, jiber egera êrîşeke nêzîk ya Rûsyayê.
• Hêlên esmanî yên Almanyayê Lufthansa jî geştên xwe yên ji bo Kîev û Odessayê, ku bendereke Deryaya Reş ya Ukraynayê ye betal kirin.