Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Banga Kombûnekê ligel Putin Dike


Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li dema pêşkêşkirina gotara xwe li Konferansa Munîhê ya Ewlekarîyê. 19'ê Sibatê, 2022.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li dema pêşkêşkirina gotara xwe li Konferansa Munîhê ya Ewlekarîyê. 19'ê Sibatê, 2022.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bang li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir ku civînekê pêk bînin û li çareserîyekê jibo krîza di navbera herdu welatên xwe de bigerin.

“Ez nizanim serokê Federasyona Rûsyayê çi dixwaze, vêca ez pêşniyara kombûnekê dikim,” Zelenskyy do Şemîyê li Konferansa Munîh ya Ewelakarîyê ev yek got.

Wî da zanîn ku Rûsya dikare cihê vê civînê hilbiijêre.

“Ukrayna dê tenê ser rîya diplpmatîk jibo çareserîyeke aştîyane bidome,” serokê Ukraynayê got.

Ti bersiveke demûdest derbarê vê pêşnîyarê ji Kremlinê nebû.

Ev yek di demekê de tê ku girjî li herêmên rojhilata Ukraynayê, ku ji alîyê hêzên ser bi Rûsya ve tên kontrol kirin, zêde dibin.

Axaftina Zelenskyy hat çend demjimêran piştî ku rêberên cudaxwazan li rojhilata Ukraynayê fermana amadebaşîya leşkerî dabûn, li wê dema ku rêberên welatên Rojavayî hişyarî dida ku derbazbûna Rûsya li nav axa Ukraynayê nêzîk bûye.

Rûsya dora 150,000 leşker ser sînorê ligel Ukraynayê kom kiriye ku Kyiv û welatên Rojavayî dibêjin hatine wê deverê jibo ku operasyoneke leşkerî li dijî Ukraynayê bike. Rûsya vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG