Rêvebirê Rosneftê Dibêje BP Hîn Jî Hevpara Wê ya Sereke Ye

Rêvebirê Rosneftê Igor Sechin

Rêvebirê Rosneftê, kompaniya mezin a neftê li Rûsya Igor Sechin, roja Şemiyê got ku BP( kompaniya neftê ya Brîtanî) hîn jî hevpara wê yê herî taybet e tevî ku di Şibatê de vekişîna xwe ragihandibû piştî ku Mosko hêzên xwe şandin Ukraynayê.

Gelek kompaniyên rojavayî, di nav de mezinên petrolê, ji Rûsyayê derketin dema ku Moskow di 24ê Şibatê de êrîşî Ukraynayê kir.

Di Foruma Aborî ya Navnetewî ya St Petersburgê de, Sechin, hevalbendê demdirêj ê Serok Vladimir Putin, axivî û got BP di heman demê de hîn jî xwediya beşên projeyên mezin ên Rosneftê ye, di nav de jî Taas Yuriakh, Kharampurneftegaz û Yermak Neftegaz.

Ajansa Ruetrs nekarî tavilê ji bo şîroveyê xwe bigihîne BP.

Sechin got, "Ragihandina vekişînê ji bo Rosneftê neçaverê bû û ji hêla hevkarîya serketî ya 30-salî ya kompaniyên me ve bêbingeh bû."

Wî her wiha got ku BP ji sala 2003-an vir ve 36 milyar dolar ji karsaziya xwe ya Rûsî wergirtiye, ji bo weberhênana 10 milyar dolar.

BP di 27ê Şibatê de got ku ew ji sedî 19,75 pişka xwe ya Rosneftê difroşe, hevkariya sî salî di navbera her du komaniyan de bi dawî anî û dê heya 25 milyar dolar berpirsiyarîyê bigire, bêyî ku bêje ka çawa plan dike ku xwe derxe.

Sechin rexne li Rojava jî kir ji ber siyaseta wan ya cezayan û got ku jinavbirina petrol û gaza Rûsyayê dê ji bo Ewropayê bibe "xwekuştina enerjiyê" û ev jî şîroveyên berê yên Putin in.

Çavkanî: Reuters