Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Aborîya Rûsya Wê Dijî Toleyên Rojavayî Serketî Derkeve


Serokê Rûsya Vladimir Putin li Foruma Aborî ya Navneteweyî ya li St Petersburgê diaxife, 17 Hezîran,2022.
Serokê Rûsya Vladimir Putin li Foruma Aborî ya Navneteweyî ya li St Petersburgê diaxife, 17 Hezîran,2022.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê dîyar kir ku wê aborîya welatê wî ji pêvajoya toleyên welatên Rojavayî bi serketî derbaz bibe û wî toleyên Rojava wek "bê hiş û dînî " bi nav kir.

Putin li Foruma Aborî ya Navneteweyî ya li St Petersburgê hat darxistin axifî ya ku ku îsal hema hema ti welatekî Rojavayî beşdar nebû.

Wî di axaftina xwe de di nîzameke nû ya cîhanî de ser rola serwerîya Rûsya sekinî.

Putin îdia kir ku cîhana Rojavayî hewl dide ku bi toleyên tund yên aborî Rûsya têk bibe ku wî Rojava bi quretîya dagirkerîyê tawanbar kir.

Serokê Rûsî bi berdewamî dîyar kir ku Rûsya hember Rûsya vê Rojavayî xwedî hez û berxwedanê ye.

"Em mirovên hêzdar in û dikarin hemberî her dijwarîyekê re berxwe bidin. Wek bav û kalên xwe emê her pirsgirêkî çareser bikin, tevahîya dîroka hezar salan ya welatê me vê yekê tîne ziman."

Putin herwiha ser domandina "operasyona leşkerî ya taybet" ya li Ukrayna biryardarîya xwe careke din dubare kir.

Wî got ku armanca serekî ya opearsyona li Ukrayna parastina gelê wan ya li herêma Donbas ya rojhilata Ukrayna ye ku bi piranî bi zimanê Rûsî diaxifin.

Ev gotara Putin ji hêla Kîev û Rojava ve vek sedemekî ya bêbingeh ya bo destpêkirina êrîşa Rûsya tê red kirin, êrîşa ku ji niha ve bûye sedema kuştina bi hezaran kesan û herwiha hezên Rûsî heremên Ukrayna yên bilî Donbasê jî dagir dikin.

Putin, di axaftina xwe ya 73 deqîqeyî de got ku hêzên Rûsî bo parastina mafên pêşketinê yên ewle yên Rûsya şer dikin.

"Li hember zêdebûna xeterîyên ser me û dijî gefan, biryara Rûsya ya pêkanîna operasyoneke leşkerî ya taybet bi zorê mecbûrî bû - helbet dijwar bû jî, lê bi zorê û pêdivî bû," Putin got.

XS
SM
MD
LG