Serokomarê Tirkîyê Erdogan Îro Serdana Amedê Dike

Erdogan li Amedê (Arşîv)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan îro Înê serdana Amedê dike tev li jimareke program û civînan bike.

Erdogan peşî wê beşdarîya vekirina mizgefta Kurşunlu ya li Surê bibe û li wirê xutbeya Înê bide.

Hêjayî gotinê ye ku di dema şerê xendekan de zîyaneke mezin di vê izgefta dîrokî de çêbibû.

Bernama duyê jî civîna bi rêvebirîya AKP’ê ya rêxistina Amedê ye.

Erdogan wê herwiha seredana malbatên ku li pêş avahîya HDP’ê kon vekirine, bibe.

Ev malbat nêzî du sal in, bi îdiaya ku HDP’ê zarokên wan şandine serê çîyê, çalakîya xwe ya rûniştinê didomînin.

Erdogan di meha Ramazanê de jî li Stenbolê jibo van malbatan şîva fitarê dabû û bang li zarokên wan kiribû ku çekan deynin û teslîm bibin.

Li mîtînga li pêş Walîtîya Amedê jî Erdogan dê axaftinekê bike û danasîna xizmetên giştî bike.

Bernameya dawî ya Erdogan dê jî kombûna bi ciwanan re be. Ji bilî mîtîng û bernameya mizgeftê hemî bername ji ragihandinê re girtî ne.

Lê jibo hemî rojnamevanên ku dixwazin bernameya wî bişopinin, akredîtasyon û testa PCR hate ferz kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_07_09_2021_RTE_Amed