Li Tirkîyê 15 Girtîyên Sîyasî Dest bi Rojîya Mirinê Dikin

Li Tirkîyê 15 girtîyên ku jiber endamtîya PKK’ê hatine ceza kirin, dest bi rojîya mirinê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku bi hezaran girtîyên sîyasî 136 roj in ku di çalakîya birçîmayinê da ne.

KCD’ê bal kişand ku 15 girtî dest bi rojîya mirinê dikin, jiber ku heta niha ti gavên erênî ji hêla dewletê nehatiye avêtin.

Hevseroka KCD’ê û parlamantera HDP’ê Leyla Guven jî 174 roj berê, jibo dawîkirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakîya birçîmayinê kiribû.

Piştî Guvenê, li Hewlêrê Nasir Yagiz 161 roj berê, hin sîyasetvanên Kurd li Strasburgê 135 roj berê, li girtîgehan jî bi hezaran girtî 136 roj berê dest bi heman çalakîyê kiribûn.

KCD bi bîr dixe ku jibo helwesta xemsar ya dewletê şermezar bikin, di nav du mehan de 8 girtî di girtîgehê de dawî li jîyana xwe anîne.

KCD bang li serokomar û hikûmeta Tirkîyê dike ku gavên erênî bavêjin ku mirinên nû çênebin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_04_30_2019_Grev