22'ê Nîsanê ji alîyê Kurdan ve wek roja Rojnamevanîya Kurdî tê pîroz kirin.
Rojnameya Kurdî ya yekê, Kurdistan, di 22'yê Nîsanê 1898'an de ji alîyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misir Qahîre yê hate derxistin.
Rojnama Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk dihat û ji ji 15 rojan carekî, heta 1902'an hat derxistin. Bi giştî 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê hene.
22’ê Nîsana di sala 1973’an de li Başurê Kurdistanê weke Roja Rojnamevanîya Kurdî hat îlan kirin.
Hevserokê Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle û Feratê, Serdar Altan li Amedê, ji Dengê Amerîka re behsa dîroka rojnamevanîya Kurdî û rewşa rojnamevanîya Kurdî dinirxîne.
"Rojnameya Kurdistanê û kovarên piştî wê jibo ronakbîrî û pêşketina doza Kurda roleke grîng lîstin. Dawîya sedsala 20’an de ber bi profesyonelî de çûn. "
Di salên 90’an de gelek rojnameger hatin kuştin, bûn armanca girtin û dadgehkirinan. Jibo rojnamegerîya Kurdî bi pêş nekeve, dewlet çi ji dest hat, kir. Lê, rojnamevanîya Kurdî weke avekê bû ku li ser agir bikin."
Altan bi bîr dixe ku rojnamevan di her şert û mercê de li meydanê ne û di rojên koronayê de jî dibin rîskên mezin de ne.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.