Rojnamevan Dekak Newroza Dîyarbekirê Dinirxîne

Bi sed hezaran Kurd li Dîyarbekirê Newrozê pîroz dikin.

Kurdên seranser cîhanê bi şahî û dîlanan cejna xwe pîroz dikin. Wekî salên borî, pîrozbahîya herî mezin ya îsal jî li Dîyarbekirê pêk hat.

Tê ragihandin bêtirî mîlyonek kes tev li pîrozbahîyên Newroza Dîyabekirê bûn.

Rojnamevan û nûçegîhanê AK Ajans Maşallah Dekak, di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Newroza îsal dinirxîne.

Birêz Dekak dibêje, ji pîrozbahîyên salên berê cûdatir gelek alayên Kurdistanê di Qada Newrozê ya Dîyabekirê da hatine bilind kirin.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.