Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newroza 2011’an li Dîyarbekirê Hat Pîroz Kirin.


Newroza 2011’an li Dîyarbekirê Hat Pîroz Kirin.
Newroza 2011’an li Dîyarbekirê Hat Pîroz Kirin.

Newroza 2011’an li Dîyarbekirê 20 Adarê roja yekşemê hat pîroz kirin. Pîrozbahîyên Newroza Dîyarbekirê, bi biryarekî vegûjerî “ Meşa Azadîyê” û bi sedhezaran gelê Kurd yên ku beşdarê Newrozê bibûn, ji qada Newrozê heta taxa Ofîsê meşîyan. Di navbera polîs û girseyê da pevçûn derketin û polîs bi gaza îsotê mudaxaleyê girseyê kir.

Pîrozbahî di saet 09:00’an de, bi coşîyek mezin dest pêkir. Nêzikê milyonek mirov, bi kilamên hunermend Comert, Birader û Koma Maaf govend girtin. Piştî muzikê Hevserokê KCD Ahmet Turk, Hevseroka BDP Gulten Kişanak û Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr axaftinek kirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk destnîşan kir ku jibo pirsgirêka Kurd çareser nebe, Serokwezirê Tirkîyeyê lîstikên qirêj pêk tîne û dixwaze dengê gelê Kurd bibire. Sîyasetvanê Kurd dîyar kir ku KCD jibo pirsgirêk çareser bibe, xwedîyê hêzeke mezin e û ewê azadîyê bi destê xwe pêk bînin.

Hevserokê KCD destnîşan kir ku hê jî jibo çerserîyê ne derenge, nexşa rê ya Abdullah Ocalan fersendeke mezin e. Ahmet Turk dîyar kir ku hilbijardinê giştî yê k udi 12 Hezîranê da werin kirin, jibo çareserîya pirsa Kurd gelek girîng e. Turk got ew roj dê gelê Kurd dengê xwe bigîne cîhanê.

Piştî Ahmet Turk, Bajarvanê Dîyarbekirê Osman Baydemîr jî axivî. Baydemîr destnîşan kir ku Newroz bîranîna gelê Kurd e. Osman Baydemîr bang li paytexta Tehran, Şam û Enqereyê kir da ku girtîyên Kurd azad bikin. Bajarvanê Dîyarbekirê dîyar kir ku ger gelê Kurd azad bibe, dê gelê Îran, Surîye her wiha yên Rojhilata Navîn jî azad bibin.

Hevseroka BDP Gultan Kişanak jî dîyar kir ku li hemberê dexwaza aşitîyê ya gelê Kurd, dewleta Tirkîyeyê operasyonan didomîne û herî dawî di operasyonekîda 6 serhildayên PKK hatine kuştin. Kişanak got ku Serokwezîr Erdoğan berpirsê van kuştinan e.

Hevseroka BDP destnîşan kir ku sê dexwazên gelê Kurd hene. Yek jê ew ku Kurd dixwazin di qanûna bingehîn ya demokratîk de bi nasnameya xwe were nasîn. Kişanak wiha dewam kir “ Gelê Kurd dixwaze ku di her qadên jîyanê de, astengîyên pêşîya zimanê Kurdî werin rakirin, her wiiha weke xala sê jî gelê Kurd di çarçoveya qanûna bingehîn ya demokratîk de xweserîyê dixwaze.” Gulten Kişanak destnîşan kir ku Komara demokratîk bi xweserîya demokratîk pêkan e.

Herî dawî Hevseroka KCD Aysel Tugluk axivî. Aysel Tugluk destnîşan kir ku gelê Kurd Newrozê weke roja azadîyê dibîne û vê rojê bi vê armancê pîroz dike.Hevseroka KCD got bi hezar salan berê Kurd ji zilma Dehak xwe rizgar kirine, ev roj jî dikarin xwe ji binê zilma dehakan rizgar bikin. Aysel Tugluk balê kişand ser tevgerên gelê bakurê Afrîkayê û got “ bi milyonan gel jibo azadîya xwe berxwe dide, em dibînin ku gelê Kurd jî li qada Newrozê jibo azadîyê berxwe dide. “ Hevseroka KCD daxûyanîyên Serokwezîrê Tirkîyeyê yên ku ji bo buyerên Misir û Lîbayê dabû got “ hun li van dewelan nesîhatan dikin û dibêjin divê dexwaza gelê xwe gohdar bikin, ka çima hun gohê xwe ji dexwazên gelê Kurd re digrîn?” Aysel Tuğluk bang li Serokwezir kir û dexwazan wiha birêz kir;

- Divê mafê perewerdehîyê ya bi zminê dayikê were nasîn

- Jibo îradeya gelê Kurd dikaribe were temsîl kirin, divê benda hilbijardinê % 10’î were rakirin;

- Divê sîyasetvanên Kurd yên girtî werin azad kirin

Aysel Tugluk jibo balê bikşîne ser van dexwazan, di dawîya axaftinê da bang li gel kir da ku bi navê “ Meşa Azadîyê” ji qada Newrozê heta Parka Koşuyolîyê bimeşin.

Di bin pêşengîya Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gultan Kışanak, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemir de, nêzî 200 hezar kes, ber bi “Konê Çareserîya Demokratîk” yên ku di 14 mehê de li Ofîsê, di Parka Koşuyolu de hatibûn vedan, dest bi meşê kirin.

Polîsan li ser rêya Kantarê de, li pêşîya girseyê barîqat danîn. Girse ji bi helwesta polîsan şermezar bikin, bizava runiştinê lidarxistin. Piştî ku ev kêşe derbas bû, meşa girseyê heta Koşuyolu dewam kir lê jiber ku rê gelek dur bû hejmara xwenîşanderan ji 200 hezarî daket derdora 3 hezaran.

Li ber parka Koşuyolîyê beşdarvanên meşê û polîs pev çûn u polîs gaza îsotê bi kar anî. Li gor agahîyên dawî di pevçûnê da gelek kes birînda bûn û gelek kes jî hatin binçav kirin.

XS
SM
MD
LG