Di Cejna Zimanê Kurdî de Rewşa Kurdî Çi Ye?

Roja destpêka weşana Kovara Hewarê li seranser cîhanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin.

Hawar, kovara yekê ya bi zimanê Kurdî ye ku bi tîpên Latînî hatiye weşandin û Mîr Celadet Bedirxan ew, di sala 1932'an de li Şamê çap kir.

Tora Ziman û Çanda Kurdî li ser girîngîya vê rojê û rewşa Kurdî, bi beşdarîya lêkolînerên Kurd semînereke onlaynî li darxist.

Semîner ji alîyê Jana Dilan ve hat rêvebirin û Şerîf Derînce jî li ser dersen zimanê dayikê li Almanya gotarek peşkeş kir û Resul Geyîk jî behsa astnegîyên li pêş perwerdeya Kurdî û giringîya 15'ê Gulanê kir.

Herwiha asmosfera sîyasî û civakî ya salên ku Hawar hatiye derxistin şîrove kir.

Şerko Kaniwar jî perwerdekarê muzîkê ye û bandora zimanê zikmakî li ser perwerdeya muzîkê nirxandinan kir.

''Ji Rojnameya Kurdîstanê heta Kovara Hawarê'' jî mijara gotara lêkolîner îbrahîm Seydo Aydogan bû.

''Serdema modern bi çapkirina rojnameya Kurdistanê destpê dike û bi Hawarê digiheje asta herî bilind. Piştî Hawarê dîsa dewreke tarî destpê dike û heta salên 80'yan, ku Kurdên rewşenbîr êdî li zimanê xwe xwedî derdikevin, ew rewş didome,'' Aydogan got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser mijarên semînerê ji fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_05_14_2021_Cejna Zimanê Kurdî_Semîner