Zîwar El-Omer Sînaryoya Derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo Reqqa Şîrove Dike

Zîwar el-Omer

Li gor rojnameya Hurîyet, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îro çarşemê got Waşinton û Enqera amade ne li gel hev kar bikin ji bo têkbirina Daiş li parêzgeha Reqqa yê.

Erdogan got wî û serokê Amerîka Barak Obama li Çînê erêkirin li dor her gaveke pêwîst ji bo têkbirina Daiş.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Zîwar el-Omer di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrovekir û got:

“Ta niha hîn çi nîşanên diyar nînin ji bo vê yekê, lê Tirkiyê dixwaze rola xwe vegerîne piştî ku ew rastî gelek têkçûnan bû ji ber şerê Sûriyê.“

El-Omer ku li Belçîka dimîne, bal kişand ser bandora vê sînaryo yê li ser rewşa Kurdan û got dê bandoreke neyênî bide ser herêm û hêviyên wan li bakurê Sûriyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Zîwar el-Omer 09_07_16