Li Amedê Polîsan Êrîşî Navendên Sê Partîyên Kurdî Kirin

Li ser biryara dozgerîya Amedê, polîsan îro avêtin ser navendên Partîya Sosyalîsta Kurdîstanê (PSK), Partîya Azadîya Kurdîstanê (PAK) û Hereketa Azadî.

Polîsan dest danîn ser alên Kurdîstanê, remz û flama û belgeyên ku li ser remza alê heye.

Serokê PSKê Bayram Bozyel da zanîn ku nîjadperestek Tirk li ser medya civakî partîyê wan kiriye hedef.

Zilamek ku navê wî Batuhan Çolak e, li ser medya xwe ya civakî behsa peqina roja Înê li Amedê ku ser rêya polîsan çêbûbû, kirîye û danîna alê li ser pace û şaneşînên van partîyan jî bi vê peqînê re têkildar kiriye.

’Şikur ji xwedê re ku di peqinê de kesek nemir, lê 24 saet li ser bûyerê derbaz nebû li Dîyarbekirê bi hiceta ‘’Roja Alê’’ alên ku qaşo ala Kurdistanê ye hatiye danîn,’’ Çolak gotibû.

Di roja Ala Kurdîstanê de çend xortên ku di nav van partîyan da çalak in, li meydana Derîyê Çîya bi balona Ala Kurdîstanê firandibûn.

Bozyel got ku helwesta tund ya bêtehamulî ya hember Kurdan jiber prosesa hilbjartinê ye û ew li bendê ne ku ev helwest tundtir bibe.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_ 12_19_2022_Police _Attack