Derhêner Tekînoglu Behsa Belgefîlma ''Ra'' Dike

Documentary Ra is about the rituals of the Alevi Kurds

Derhêner Devrîm Tekînoglu li ser bawerîya Ehlî Heq ya Alevîtîyê belgefilma ''Ra'' çêkir.

Tekînoglu dîyar kir di fîlmê de xwestîye balê bide ser peywendîya xweza û Ehlî Heq.

Wî got ku bawerîya ku di navenda wê de xweza heye ber bi bawerîya ku navenda wê de mirov heye ve diçe û di vê prosesê de sazûmanîya bawerîyê de jî pişaftin çêbûye.

''Me jî xwest bal bikşînin ser pişaftina bawerîyê. Lê, hê jî li deverê mirovên ku bawerîya xwe a bi xwezayê ve girêdidin gelek in û me berê kameraya xwe de ser wan.''

Wî da zanîn bawerîya ku xweza di navenda wê de ye, zîyaret warên pir girîng in. Li her çîya, zinar, dar, av, gelî zîyaretên Alevîyan hene û her zîyaretek jî demsalek wî heye.

Wî anî ziman ku rîtuela ocaxan jî êdî nemaye lê ya hê jî zindî ye, çanda zîyaretê ye.

''Xelqê Dersimê di cîhana olî de gelek navan li devera xwe dikin ku yek jê Derîye Hezaran û Jaro Dîyare (Dîyarê Zîyaretan), Hardo Devrese (Dîyarê Derwêşan) e. Em dibinin ku binavkirinên cuda Alevîyên Dersîmê weke warê manewîyatê dibînin. Ev nêrîn li ser ziman jî bi cî buye.’’

Derhênerê belgefîlmê dîyar kir di bawerîya civakî de çanda ocax û çanda cemê heye.

''Di Alevîzmê de cem, cûreyeke dadkirinê ye. Lê neha ev nema, êdî cem tenê jibo numayîşê ye, tiştek weke folklorî tê dîyar kirin. Yanî li cemxaneyan jî êdî di maneya numayişê de tê peşkeş kirin û di belgefilmê de jî gelek kes vê yeke anîn ziman.’

Di fîlm de jî li gorî salnama demsala xwezayê tevgerîyane û herwiha di bawerîya Ehlî Heq de Çîya, Xizir û Hoftê mal jî heye. Di salê da sê dem hene, di meha 12î da sala kevin tê oxir kirin û pêşwazîya sala nû dikin.

Meha yeke jî meha Xizir e ku wateya Xizir jî ew e ku mirov di warê manevîyatê de xwe bi her awayî saf û pak dike. Gahan sersal e, Hofte mal jî demsala biharê ye ku êdî ev destpêka sal nû ye.’’

Fîlmê Ra bi zaravaya Dimilî û Kurmancî ye û ewê di meha Îlonê da li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê were nîşandan.