Qeter ji bo Erdhejê Malên Gerok yên Cama Cîhanî Dide Tirkiyê û Sûriyê

Qatar Turkey Earthquake

Berpirsên Qeterê roja Yekşemê got Qatar dê 10,000 malên gerok ku di cama Cîhanê de hatibûn bikaranîn, bişîne Tirkiyê û Sûriyê, ku dê niha kesên ku di erdhejeke wêranker de malên xwe ji dest dane bihewînin.

Neteweyên Yekbûyî go dibe ku bi mîlyonan pêdivî bi alîkariyê hebin, piştî erdheja bi lerza 7,8 ya roja Duşemê ku herî kêm 33,000 kuştin û hejmareke zor ya taxên her du welatan hilweşand.

Rayedarekî Qeterê ji ajansa AFP re got, "Ji ber hewcedariyên lezgîn ên li Tirkiyê û Sûriyê, me biryar da ku kabîn û karvanên xwe bişînin herêmê, ji bo gelên Tirkiyê û Sûriyê piştgiriya pir hewce û lezgîn dabîn bikin."

Malên gerok ji bo çend hefteyan hatin bikaranîn dema ku Qatar sala borî cama Cîhanê ya futbolê li dar xistibû. Rayedaran diyar kiribû ku piştî qehremaniyê ew ê bên bexşandin.

Karbidestên Qeterî yên ku nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber wan desthilata axaftina li gel medya nebû, got barhilgira yekem dê roja Duşemê ji bendera Dohayê ber bi Tirkiyê ve biçe, û çaverêye ku di rojên pêş de barên bêhtir werin şandin.

Mîrê dewleta Kendavê, Şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî, roja Yekşemê serdana Tirkiyê kir, ku yekem rêberê biyanî ye ku ji erdheja heftiya borî ve serdana Tirkiyê dike.

Mîr di tweetekê de got ku ew ji herêmên bandorbûyî dûr ma, li Stenbolê bi Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser awayên ku Doha dikare alîkariya "kêmkirina vê karesatê bike", gotûbêj kirin.

Qatarê yek ji mezintirîn tîmên rizgarkirinê yên biyanî li Tirkiyê heye, ku nêzîkî 130 kes li erdê ne. Her wiha 100ton alîkarî jî şandine.

Her du welatan di van salên dawî de têkiliyên bihêztir ava kirin.

Beriya erdhejê jî, Qeter razî bû ku bi milyaran dolar derbasî nava aboriya Tirkiyê bike û di navendên danûstendinê û projeyên binesaziyê de weberhênan kirin.

Erdogan li ser asta navxweyî, ji ber bersivdana hikûmetê ya ji bo erdhejê hat rexnekirin.

Çavkanî: AFP