Êrîşên Tirkîyê yên Dijî Binesaziya Herêma Qamişlo û Derdora Wê
Your browser doesn’t support HTML5
Artêşa Tirkiyê roja Duşemê nêzîkî 20 êrîşên esmanî û yên bi dronan li dijî herêmên Kurdan li Sûriyê pêk anîn. Piranîya wan li derdora Qamişlo pêk hatin û herî kêm 8 kes hatin kuştin û hejmareke birîndar jî hene. Li gor jêderên xwecihî, piranîya armancan binesaziya sivîl bûn.