Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Sêşemê ragihand ku di encama êrîşên Tirkîyê ser devera Qamişloyê de 8 sivîl hatin kuştin û 18 din jî birîndar bûn.
HSD'ê di daxuyanîyekê de got ku ti kes ji şervanên wê nehat kuştin, lê belê sivîl hatin armanckirin.
Ji alîyê din ve, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ragihand ku Tirkîyê roja Duşemê 40 êrîş birin ser saziyên girîng yên aborî li bakur û rojhilatê Sûrîyê.
Rêvebirîya Xweser dîyar kir ku di nav wan êrîşan de 33 bi dronan bû û 7 jî bi balafirên şer bûn. Wê hetwiha dîyar kir ku êrîşên ser Qamişlo, Amûdê û Kobanê bûn sedema qutbûna elektrîkê li seranserê herêmê, bi taybet jiber ku êrîşên Tirkîyê navendên enerjîyê kirin armanc.
Jêder: HSD, RX