Sedemên Xwepêşandanên Dijî HTŞ li Îdlibê Çi Ne?

Ev bûye çend roj ku xwepêşandan li seranserê parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî desthilatên xwecihî lidardikevin.

Piranîya parêzgeha Îdlib li jêr kontrola koma Îslamî Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) dikeve. HTŞ berê şaxê Sûrîyê yê el Qayîde bû, lê di 2018’an de ragihand ku peywendîya wê bi rêxistina cîhadî re nemaye.

Li gor jêderên xwecihî, xwepêşandan niha bi kêmî li 20 deverên Îdlibê diqewimin. Di rojên dawî de asta xwepêşandanan li navenda bajarê Îdlib bixwe jî zêde bûye.

Di xwepêşandanan de banga roxandina desthilata Ebû Mihemed el Colanî, rêberê HTŞ, tê kirin. Herwiha xwepêşander daxwaza valakirina zindanan û baştirkirina rewşa aborî ya deverê dikin.

HTŞ ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê nasîn.

Ev xwepêşandan di demekê de tên ku rêbertîya HTŞ dest bi hejmareke kiryar dijî hinek rêberên berê yên rêxistina tundrê kiriye. Wekî mînak, HTŞ vê dawîyê Ebû Marîya el Qehtanî xist zindanê. Ev bûbû çend sal ku el Qehtanî wekî destê rastê yê el Colanî dihat dîtin. Lê ew û hejmareke kesên din yên payebilind di nav refên HTŞ de bi peywendîya ligel rejîma Sûrî û alîyên derve hatine tawanbarkirin.

Li Îdlibê nêzîkî sê milyon kesan dijîn ku rêjeyeke mezin ji wan derbiderên deverên din yên Sûrîyê ne. Çavdêr dibêjin ku HTŞ'ê bi kiryarên tund zorê li vê hejmara mezin ya rûniştvanan dike.

Besem Ehmed, rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ).

“Ew rêxistineke metirsîdar e, jiber ku îdyolojîya xwe ya tundrê li ser vê xelkê li Îdlibê û hinek deverên Heleb û Laziqîyê jî ferz dike,” Besam Ehmed, rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ), ji dengê Amerîka re got.

“Li Îdlibê HTŞ rê nade rêxistinên sivîl ku kar bikin. Ew herwiha rê li ber alîkarîya mirovanî digire û eger alîkarî ji derve were jî ew wê kontrol dike. Herwiha jin li jêr desthilata HTŞ yekcar ne azad e.”

Li Îdlibê artêşa Tirkîyê çend postên xwe yên leşkerî ava kiriye, wekî beşek ji rêkeftinekê ligel Rûsyayê. Ehmed dibêje ku hebûna artêşa Tirkîyê jî hestekî dide HTŞ ku ew dikare zordarîyê li dijî sivîlan bike bêyî ku were muhasebekirin.

Hinek çavdêrên din dibêjin ku girêdana vê pêla berfireh ya xwepêşandanan bi van binçavkirinên vê dawîyê yên hinek rêberan jî heye.

“Parçebûneke berçav di nav rêxistina HTŞ de peyda bûye ku em dikarin bêjin niha êdî ew bûye pênc beş,” Generalê berê yê artêşa Sûrîyê Ehmed Rehal di vîdyoyekê de got.

Rehal di sala 2012’an de ji artêşa Sûrî veqetîya û niha wekî şîrovekar dixebite. Wî got ku HTŞ him ji alîyê rejîma Sûrî ve û him jî ji alîyê hinek welatên herêmî ve hatiye parçe kirin.

“Xuya ye ku baskê El Colanî niha yê herî qels e, jiber wisa wî dest bi vê kempeyna girtina rêberên serekî kiriye,” Rehal diyar kir.

Şîrovekarê leşkerî da zanîn ku dibe ev xwepêşandanên niha diqewimin xwedî ajendeyên cuda bin.

“Xelkê Îdlibê ji desthilata HTŞ ne razî ne. Li wir gendelî bi berfirehî belav e. rewşa ewlekarî qet ne aram e û HTŞ bi zodarî deverê birêve dibe. Ji ber wisa, normal e ku ev alîyên cuda bi armancên cuda van xwepêşandanan bikar bînin.”

Dîmeneke çekdarên HTŞ li nêzîkî gundê Kefraya yê Îdlibê (arşîv).

Waîl Îlwan, lêkolerê Navenda Cisûr ya Lêkolînan, ligel vê yekê hevbîr e. Ew dibêje niha HTŞ’ê li pêş du bijareyên cuda ye.

“Yan ewê krîza xwe ya navweyî kontrol bike û hinek tiştan li ser asta xwecihî û derveyî pêşkêş bike. Yan jî ewê xwepêşandanan vehewîne û ligel xwepêşanderan nekeve rûbirûbûneke rasterast,” Îlwan ji malpera televizyona Alhurra re got.

Lê wî da zanîn ku pêkanîna her yekê ji van herdu bijareyan dê wekî nîşana lawazbûna HTŞ’ê were dîtin.

Li gor raporteke rêxistina Tevna Sûrî ya Mafên Mirov, ji 2012’an (dema ku HTŞ li jêr navê Cebhet el Nusra Hate damezrandin) heta 2021’ê bi kêmî 505 kesên sivîl ji alîyê vê koma radîkal ve hatine kuştin.