Pêşengeha Gurme, Xwarin û Tamên Mezopotamya li Amedê Destpê Kir

Your browser doesn’t support HTML5

Pêşengeha Gurme, Xwarin û Tamên Mezopotamya li Amedê destpê kir û wê heta dawîya hefteyê bidome. Ji çar alîyê Tirkîyê, 170 kompanî beşdar dibin û bi sedan cure xwarin û tamên heremî ji firotinê re amade bûne. Amed jî bi şîv û şîranîyên wek penêrê kezî, qedayîf û gelek cûre xwarinên cihê beşdar dibe.