Di 20ê Tîrmeha 2015an de li bajarokê Sirucê ya Ruhayê di dema daxuyanîyeke çapamenîyê de endamekî DAIŞê êrîşeke xwekuj pêk anî û 33 xort û keç kuştin.
Ew hemî ciwan Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bûn û wan piştî têkçûna DAIŞê xwestibû ku di nav xebatên avakirina Kobanê de cî bigirin.
Ji 19 bajarên Tirkîyê bi dehan xort û qîzên ên ku xwendekarên zanîngehan bûn, wê rojê li hewşa Navenda Çanda Amara taştî xwaribûn û berîya derbazî Kobanê bibin, li hewşa navendê daxuyanî dabûn.
Endamê DAIŞê, Şêx Evdirhman Alagoz di nava wan da bombeyên li ser xwe peqandibû û 33 ciwan kuştibûn.
Roja Çarşemê di saeta peqînê de bi hevdemî li ser gorên qurbanîyan bernameyên yadkirinê li dar ketin û li Sirucê jî bernameyeke girseyî hebû.
Bi pêşengîya ‘Platforma Jibo Sirucê Edalet’ li cî û saeta ku 33 ciwanan hatin kuştin, rêz hate girtin, qurnefîl li cîyê peqînê hatin danîn û beşdarên bîranînê axaftinên kurt kirin. Lê, polîsan nehîşt ku li Sirucê li goristana du qurbanîyên peqînê bernameya bîranînê çêbibe.
Li Amed, li Dersîm, Cizîr, Gever û Qoserê herwiha li Stenbolê li goristanan bernameyên bîranînê hatin kirin.
Tdvî derbazbûna heft salan doza Peqîna Sirucê jî bi encam nebû û heta niha kesekî girtî tuneye.
Di rûniştina dawîn ya doze de malbatên qrubanîyan xwest ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di rûniştina Cotmehê de wekî şahide were guhdar kirin.
Di doza Sirucê de di nav îddianameyê de bi belgeyan ku di dosyeya dozê de jî cî girtine, fermandarên êrîşê Sirûcê Îhamî Balî ye ku ew fermandarê peqîna Enqerê ye jî. Li gor belgeyan, dema peqinê, Balî li Tirkîyê li bajarokê Cîhanbeylî jibo dermankirinê li nexweşxaneyekê razayî bûye lê jibo girtina wî tiştek nehatiye kirin.
Di meha yekê ya sala 2021an de welatîyekî Sûrî yê bi navê Azzo Halef Suleyman el Aggar hate giritn û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de got ku ew mirov bombeyên li Peqîna Sirucê peyda kirine.
El Aggar bu îtirafê xwe de got ku Mahir el Aggar bombeyan ji sînor derbaz kirine û ew li bakurê Surîye li devereke bin kontrola Tirkîye hate kuştin.
Xizmên qurbanîyan û Platforma Edalet ji bo Sirucê di daxuyanîyek nivîskî de got ku dewleta Tirk fermandaran, êrîşkaran nas dike, lê jibo girtina wan tiştek nake.
''Şûna ku êrîşkaran bigirin, malbatên qurbanîyan, birîndarên peqinê digirin, tekoşîna wan a jibo edaletê asteng dikin. Jiber ku daxuyanî dane, du xizmên qurbanîyan û birindarê peqinê yê bi navê Efe Çatalbaş bi salan e li zindanê ne ye.''
Your browser doesn’t support HTML5