Sê sal bere li Amedê jineke 17 salî ya ku nave wê Pelda Karaduman bû, bi deste hevjînê xwe Huseyîn Oruç, bi demançê hate kuştin.
Huseyîn kurxalê Pelda bû û di sala 2011'an de dema Pelda xwendekareke 12 salî bûye, li ber dibistanê bi darê zorê ew revandîye.
Leyla Karaduman, dayika Pelda ye û behsa çîroka xemgîn ya keça xwe kir û got ku di pênc salan de gelek caran li keça wê tundîyên giran hatine kirin û di dawîyê de ew hate kuştin.
Li gor îdiayên Leyla Karaduman, birayê wê û zavayê wê jibo ku gilîyê polîsan nekin, gefa kuştinê li wê û li Peldayê xwarine.
''Carekê bi kêrên sor, laşê Pelda dax kirine, çixare di çanê wê de şewitandine...''
Pelda di 23'ê Tîrmeha 2017'an de, di rojbûna keça xwe de hatiye kuştin.
Leyla dibêje zavayê wê îdia kiriye ku Pelda bi telefonê bi zilamek xerîb re axifîye û ew jî kiriye hecêta kuştina wê.
Saleke berê, 18 sal cezayê zindanê li Huseyîn Oruç hate birîn, lê parêzaran li dijî wê biryarê derketin û doz birin Dadgeha Bilind ya heremê.
Li ber e di meha Rêbendanê de rûniştina dozê were dîtin.
''Jibo keça min a 17 salî, tenê 18 sal ceza dane. Divê cezayê wî girantir be, divê bavê wî ku birayê min e, herwiha kurê wî, jinbira min tev werin ceza kirin jiber ku bi salan êşkence li keça min kirine,'' dayika dilşewat dibêje.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5