Henîfe Ebas: Papayê Vatîkanê Dizane Zorî Li Kêmaniyan Hatiye Kirin

Çalakvana Êzdî ya Şengalê Henîfe Ebas yek bû ji xanimên hatî daxwazkirin ji aliyê serokê Îraqê ve jibo beşdarîkirinê di pêşwazîya Papa Francis rêberê olîyê Kristiyanan di dema serdana wî ya çend rojî de li Îraqê.

Henîfe xanim gote Dengê Amerîka kû bi têgehiştina min Papayê Vatîkanê baş dizane kû zorî li kêmaniyan hatiye kirin. Ew dixwaze jiber nasnama wan ya olî zorî li kemaniyan nehê kirin.

Papa bo serdanek çend rojî, Înê 5ê Adarê gehiştbû Bexda paytexta Îraqê, di geşta xwe ya çend rojî de, papa serdana hind cihên pîroz yên olî û dîrokî kir û hevdîtin li bajarê Necef li Ur ya dîrokî, li bajarê Mûsil, Qereqûş li Derşta Mûsil û li Hewlêr dîdarên giring encam dan û nivêj û dûa bo aştiya li herêmê, pêkve jiyan, wekvehî û toleransiyê kirin.

Li pêşwaziya Papa oldar û kesayetiyên ji hemû ol û mezheban hebûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Henîfe Ebas

Vê jî bixwîne: Serdana Papa Francîs di Twîtên Berpirsên Herêma Kurdistanê de

Vê jî bixwîne: Papa Francis: "Hêvî ji Nefretê Xurttir E, Aştî ji Şer Bihêztir E"

Vê jî bixwîne: Xelkê Parêzgeha Duhok ji Serdana Papa Francîs Kêfxweş E

Vê jî bixwîne: Papa Francis li Îraqê Peyama Aştî û Hevrejîyanê Dide

Vê jî bixwîne: Papa Francis Dest bi Seredana Dîrokî ya Îraqê Kir

Vê jî bixwîne: Papa Francis Giheşt Îraqê