Papa Francis îro di seredaneke girîng de Înê giheşt Bexda ya paytexta Îraqê û ji alîyê serokwezîrê Îraqê Mustafa Kazimî ve hat pêşwazî kirin.
“Ez bextewar im ku careke din dest bi rêwîtîyê dikim. Ev seredana min sembolîk e û erka min ya hember axeke ku salên dirêj e gelek êş û dijwarî dîtine.”
Cara yekê ye ku papayek seredana Îraqê dike û ew dixwaze peyama aştî û hevrehebûnê bide û piştgirêya xwe ji Krîstîyanan wî welatî re bide ku di salên dawîyê de gelek ji wan jiber şer û tundî ji Îraq revîne.
Papa Francis îro li ber e bi serok Berhem Salih re jî hevdîtinekê bike.