Televîzyona Rudawê îro Duşemê ragihand ku sîyasetvanê Kurd Osman Ocalan jiber vîrusa korona li Helwerê koça dawî kiriye.
Osman Ocalan birayê biçûk yê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû.
Birayê wî yê mezin Mehmet Ocalan li ser mirina birayê xwe ji Dengê Amerîka re got ku Osman Ocalan ji demek evir ve nexweş bû.
“Birayê min ji demek e vir ve felc bûbû û hin nexweşîyên wî yên din hebûn, lê ji me re gotin ku sedema mirina wî korona ye.”
Wek pirsa cîhê binaxkirina wî, Mehmet Ocalan got ku biryara dawîn ya hevjîn û zarokên wî ne.
Osman Ocalan di sala 1958'an de li gundê Amara ya bajarokê Xelfetî ya Ruhayê ji dayîk bû. Wî li zanîngehê beşa mamostetîya zimanê Tirkî xwend û paşê tev li PKK'ê bû.
Wî ji sala 1986'an heta sala 1990'î wek endamê rêvebirîya navendîyê, di nava PKK'ê de cîh girt. Wî di sala 2004'an de ji PKK'ê cihê bû û li bajarê Ranya ya li Herêma Kurdistana Îraqê bi cîh bû.
Wî partîyeke bi navê Partîya Welatperwerên Demokrat ava kiribû, lê piştî demeke kurt ji wir jî cuda bûbû û dest bi karê bazirganîyê kiribû.
Mehmet Ocalan bi bîr xist ku wî herî dawî çar sal berê bi telefonê bi birayê xwe re axifîye, lê wî pirtir ji 40 sal in ku bi zindî birayê xwe nedîtîbû.
Hêjayî balkişandinê ye ku Osman Ocalan bavê sê zarokan bû.
Your browser doesn’t support HTML5