New York Îsal jî Mêvandarîya Festîvala Fîlmên Kurdî Kir

Your browser doesn’t support HTML5

Navenda Rewşenbîrî ya Kurdî li bajarê New Yorkê Festîvala Fîlmên Kurdî ya 8’an li Şanogeha Angelika li dar xist û di dirêjîya 8 rojan de 34 fîlm nîşan dide. Diruşmeya îsal ya festîvalê Azadîya Derbirîna bi Zimanê Dayîkê ye. Rêvebir dibêjin ku ew dixwazin nasnameya Kurdî nîşanî Amerîkîyan bidin.