Berîya çend rojan, Brain Adams, Ken Loach, Juliette Binoche jî di nav de 45 hunermend û nivîskarên navdar bi bangawazîyeke hevbeş jibo azadkirina hunermenda Kurd Nudem Durak xwest.
Durak, li Cizîrê sitranbêja Koma Sorxwîn ya Navenda Çanda Mem û Zînê ye û di sala 2016’an da di operasyoneke berfireh de, bi tawana 'endamtîya rêxistina terorê' hatibû girtin û ji 2 dosyeyên cuda, bi 19 salan hatibû ceza kirin.
Durek, di bîragiştî de cara pêşîn bi rêya Roger Waters, gîtarîstê bere yê Pink Floydê hatibû nasîn. Waters, jibo Durak helmetek dabû destpêkirin û gîtara xwe ji wê re şandibû, herwiha jibo azadîya wê bang li Serokomarê Tirkîye jî kiribû.
Birayê wê, Ahmet Durak ji Dengê Amerîka re got ku ew ji piştevanîya hunermendan pir kêfxweş in.
“Bavê me dengbêj e û gelek caran xwîşka min bi bavê xwe re kilaman distira. Bi bawerîya min jiber ku Nûdem bi zimanê xwe sitranan gotine û doza ziman û çanda xwe kiriye, hatiye girtin.
Ahmet Durak bal dikşîne ku dozgerê ku Nûdem da girtin, niha ji endamtîya rêxistina Fethullah Gulen (FETO) girtî ye.
Nûdem Durak bi gîtara Roger Waters li girtîgehê hunera xwe didomîne
Durak niha li Girtîgeha bajarê Bayburtê ye, parêzer û malbat dixwaze Nûdem jinûve were dadgeh kirin, ger ev dexwaz red bibe ewê heta 2034an girtî bimîne.
''Dê û bavê min kal û pîrên jî nexweş in û jiber dûrbûnê nikarin herin serdana wê. Herî dawî di Cejna Remezanê de em çûn. Tevî ku me daxwaz kir xwîşka min veguhezînin girtîgeha bajarê me, lê ev daxwaz jî hate red kirin.''
''Bi gîtara Roger Waters hunera xwe bi pêş dibe''
Gîtarîstê Pînk Floydê Roger Water du sal bere ji Nûdem re gîtarek şand, lê girtîgehê di destpêkê de destûr neda ku gîtar bigiheje Nûdemê.
''Min gîtarê ji Nûdemê re bir. Niha bi gîtara ku Roger Waters kir dîyarî, muzîka xwe, hunera xwe li pêş dixe.’’
Sedemên girtina Nûdem Durak çi ne?
Nûdem Dûrak di sala 2016’an de, avahîyeke bi navê Aksoy e, li mala pismamê xwe hatiye girtin.
Li gor zanyarîyên parêzerê wê Alî Çîmen, ew bi heceta ku bingeheke rêxistina PKK'ê ye, li ser apartmaneke cuda operasyonek hatibû kirin û ji wir 38 kes jî hatibûn girtin.
''Do fotografekê de hatîye dîtin ku Nûdem jî yek, du caran çûye wê apartmanê. Ew fotograf weke delîl hatiye qebûl kirin û ew bi dosyeya giştî hate darizandin û 10 sal ceza li wê hate birîn.''
Hêjayê gotinê ye ku li ser îfadeya şahidek, ji dosyeyek cuda jî Dadgeha Amedê 9 sal û 7 meh ceza li Nûdem Durak birîbû, bi îdiaya ku endamekî PKK'ê peyamek birîye daye Nûdem.
Lê, dû re wî kesî îfadeya xwe guhert û got ku di dema binçavkrinê de bi darê zorê îfadeyê wî hatiye girtin û li dadgehê ew îfade red kir. Lê, dadgehê îfadeya wî ya pêşîn weke delîl qebûl kir û bi wê Durak ceza kir.
Parêzer û malbat dibêjin ku di dadgehkirina Nûdem da gelek biryarên ne hiqûqî hene û dixwazin Durak jinûve were darizandin.
Your browser doesn’t support HTML5