Rêjeya Belavbûna Vîrûsa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîsa Zêde Dibe

Li gorî daneyên rojane yên Desteya Tenduristyê ya Rêveberiya Xweser, hejmara pêketiyênKorona di vê meha dewî de zêde bûne.

Di daxweiyaniye kê de li gel ajansek xwecihîHevserokê Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojihlatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku Pêla çaremîn ya Koronayê hîn li deverê nehatiye eşkerekirin, lê wî tekez kir ku dibe rewş berû metrisyê de biçe.

Cîgira heseroktiya Desteya Tenduristiyê li herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş di daxwiyaniyeke taybet de bo Dengê Amerîka Ragihand ku heke rêjeya tûşbûyên korona ji asta xwe ya normal derke ve dê qedexeya çûn û hatinê regihînin.

Bêrîvan Derwîş di daxiwyaniya xwe de destnîşan kir ku bi awayekî yekser ligel Rêxistina Tendurstiyê ya Cîhanî WHOdi têkilîyê dene û rewşa herêmê di milê Tenduristî de rojaneparve dikin.

Piştî demek dirêj ji rakirina qedexeya çûn û hatinê ji ser herêmên bakur û rojihlatê Sûriyê şîniyên herêmê careke din vegeriyan jiyan normal û ji tedbîrên parastinê dûr ketin.

Ji hêla xwe ve Desteya Tenduristiyê niştecihên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku pêwîste her kes bi rênimayên xweparastinê pabend bin.

Li gorî çavdêran xemsarîyaji hêla neştecihan ve û hatina welatiyên Sûrî ji derveyî welêt bo herêmê sedemên sereke ne di derbarê zêdebûna rêjeya pêketiyên koronayê piştî çend mehan ji rawestandina rêjeyê ser astekê nimiz de.

Li aliyekî din, niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî rojane berê xwe didin navendên derzîkirina vaksîna dijî koronayê ku ji aliyê rêxistina Cîhanî ve hatine şandin.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê heya 12 Tebaxê, 18 hezar û 868 kes tûşî Koronayê bûne, ji vê daneyê 1907 pêketî Saxlembûne û 768 kes jiyan xwe ji dest dane.

Li gorî Desteya tenduristiyê Ev Serjimar li gor tomarkirin û serlêdanên rojane yê ku ji aliyê navendên Tenduristiyê yên girêdayî Desteya Tenduristiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê ve têne belgekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Zana Omer