Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 205 Mîlyonan Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 205 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 205,959,886 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 36,4 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi 32,1 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 20,3 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4,342,769 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 619,827 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 567,862 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 106,353 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG