Di operasyoneke leşkerî de berî çend rojan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan 34 endam û alîgirên rêxistina terorîst Daişê li parêzgeha Reqayê girtin.
HSDê got wan ev operasyon bê piştgiriya esmanî ya hêzên koalisyona navnetewî pêk anî, lê wan di vê derabarê de pêwendî ligel koalisyonê hebûn.
Hêzên koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîkayê sala 2019an ji herêma Firatê vekişiyan ku bajarên Reqa û Tebqa û Kobaniyê vedihewîne.
HSDê dibêje liv û tevgera Daişê li rojavayê Reqayê berbiçav bûye.
Neteweyên Yekbûyî û Amerîka jî bal kişandine ser jinûvegeşbûna Daişê li Bakur û Rojhilata Sûriyê.
Hokarên bihêzbûna bermayên Daişê çi ne û kî piştgiriya wan dike?
Girjiyên leşkerî û siyasî li wê herêmê çiqas derfetê didin vê rêxistina terorîst ku dîsa xwe bide ser hev?
Vegera Daişê careke din çi metirsîyan dide ser rewşa ewlekariya herêmê?
Pêkhateyên herêmê di vê derbarê de çiqas bi xem in?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Dr. Ferîd Saadûn, şîrovekarê siyasî ku li bajarê Qamîşlo dimîne û rojnamevan Zara Misto ku li Tirkiyê dimîne
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5