Parlamana Tirkîyê piştî sondxwarina parlamanterên nû, roja Çarşemê namzedê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Numan Kurtulmuş wek serokê xwe yê nû hilbart.
Kurtulmuş wek sîyasetvanekî nermrê tê zanîn, lê şîrovekarê sîyasî Vahap Coşkun diêbje ku ew nikare polîtîkayên li ser Kurdan biguherîne.
‘’Dema em li wezîrên nû dinerin piranîya wan burokrasîye dizanin, hem li Tirkîye hem li cîhanê mirovên naskirî ne, li parlamanê jî Numan Kurtulmuş heye ku Erdogan sîyaseta xwe ya berîya hilbjartinê bi van kadroyan guherand.’’
Dr. Coşkun, ku li Zanîngeha Dîcle ya Amedê mamosta ye, bawer dike ku du sedemên guhertina sîyaseta Erdogan hene: hilbjartina şaredarîyan e ku li ber e di Adara 2024’an werin kirin û rewşa xirab ya ekonomîya Tirkîyê.
Coşkun bi bîr dixe ku dema Erdogan di hibljartina bajarvanîyan de li bajarê mezin bi ser neket, hîngê opozîsyon serketîtir bû.
‘’Erdogan dît ku bi sîyaseta xwe ya heyî li bajarên mezin bi ser nakeve, lewma ekîba xwe ji burokratan herwiha ji mirovên ku sîyasetvanên nermrê bijartin.’’
Coşkun bal dikşîne ku Kurtulmuş li parlamanê dikare bi hemî partîyan re peywendî deyne jiber ku ew wek kesekî nerm û dîyaloghez tê nasîn.
“Loma ne dûr e ku li vê parlamanê li gor demên borî atmosfereke nermtir hebe.”
Coşkun wek bersîva pirsa ku kabîneya nû ji Kurdan re nîşaneyek e, dibêje ku di demeke kurt de ser mafê Kurdan an jibo çareserîya Kurdan ew nikare bêje guherîneke erênî heye.
“Ez bawer dikim ku Erdogan jibo hilbjartinên xwecîhî çavê xwe berdaye dengê Kurdên ku li metropolan dijîn ku piranîya wan di hilbjartinan da piştevanîya opozisyonê kiribûn.”
Kurtulmuş Kî Ye?
Serokê nê yê parlamana Tirkîyê Kurtulmuş di hilbijartina serokatîya parlamanê de di gera sêyan de bi ser ket. Bilî Kurtulmuş 7 parlamanterên din bûn berbijar Kurtulmuş bi 321 dengan bû serokê parlamanê û ewê heta du salan li ser vê postê bimîne.
Jibo seroktîya parlamanê Kurtulmuş berbijarê AKP û Partîya Tevgera Netewepwerwer (MHP) bû û hember wî namzedê CHP’ê Tekîn Bingol, namzeda Partîya Çep ya Kesk Tulay Hatîmoglullari jî hebûn û herwiha Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Siberojê û Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) jî namzedên xwe derxistin.
Kurtulmuş, piştî bû serok di gotara xwe ya yekê de got ku di prosesa hilbjartinê de dibe ku hemî sîyasetvan ji mebestên xwe zêdetir gotinan kiribin, lê hebûna 16 partîyan jibo demokrasîye dewlemendî ye.
“Armanca min ew e ku parlamanê ji şer û pevçûnan rizgar bikim'' Kurtulmuş bi peyameke erênî got.
Hêjayî balkişandinê ye ku Kurtulmuş ji akademîsyenî derbazî qada sîyasetê bû û ew bi sîyaset û sekina xwe xwe jî gelek nûnerên AKP’ê cuda tê dîtin.
Wî berîya AKP’ê, di sala 1998’an da bi Partîya Fazîletê dest bi sîyasetê kiribû û paşê bûbû Serokê Partîya Saadetê û ji wir jî veqetîbû û partîya xwe ya bi navê Partîya Dengê Gel (HAS Partî) damezirandibû.
''Dema partîya me HAS Partî bibe desthilatdar, li Tirkîyê ne Tirk dibin serdestê Kurdan ne jî Kurd yê Ereban…,’’ Kurtulmuş hîngê gotibû.
Serokê nû yê meclîsa Tirkîyê Kurtulmuş li li Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê profesor bû û li zanîngehên taybet dersên sîyaset û ekonomîye dida.
Ew di sala 2012’an de li ser daxwaza Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan dawî li partîya xwe anîbû û tev li AKP’ê bû û di 2014’an de bû cîgirê serokwezîr û di 2017an de jî bû Wezîrê Çand û Turîzmê.
Kurtulmuş demeke dirêj e ku Cîgirê Serokê AKP’ê bû û wî di sala 2021’an de di cîvîneke li Mêrdînê mesajeke balkêş li ser zimanê Kurdî dabû.
‘’Dema ez Kurdî dibihîsim, bawerîya min ya bi xwedê zêdetir dibe,'' Kurtulmuş wê çaxê gotibû.
Your browser doesn’t support HTML5