Di operasyona hêzên ewlekarî yên Tirkîyê yên sê gundên Suryanîyan de, jimareke hemwelatî roja Pêncşemê li gundên Nisêbîna Mêrdînê hatin desteser kirin.
Hêzên ewlekarîyê di operasyonê de avêtin ser malan û li Dêra Mor Yaqup li gundê Dîbekê û keşe Aho Bileçen, ji gundê Uçyolê kalêmêrekî bi navê Musa Taştekîn û muxtarê sê gundên Suryanî Jozef Yar desteser kirin.
Serokê Weqfa Dêra Mor Gabrîelê Kiryakos Ergîn da zanîn her sê Surîyanî li ser îfadeya derew ya îtirçîyekî, ku ji PKK revîye, hatine desteser kirin.
"Îtirafçîyekî ku di sala 2018'an de revîye û xwe teslîmê dewletê kiriye, îdia kirîye ku her sê hemwelatîyên Suryanî li malên xwe xwarin dane wî. Lê ev îftira ye û derew e," Ergîn got.
Hêjayî balkişandinê ye ku li Tirkîyê Suryanî herî zêde li herêma Mêrdînê dijîn.
Your browser doesn’t support HTML5