Mizrakli: Li Tirkîyê Dadmendî Tenê di Xizmeta Partîyekê de Ye

Şaredarê Bajarvanîya Mezin yê Amedê Adnan Selçuk Mizraklî 19 roj piştî girtina xwe ji Girtîgeha Bunyanê ya Kayserî bi nameyekê bang li cîhanê kir ku hember binpêkirina mafên Kurdan dengê xwe bilind bikin.

Mizrakli di nameya xwe de danana qayuman wek derbeyeke dijî demokrasîya xwecîhî bi nav dike.

"Desthilatîya AKP'ê xwest ku bi tawana "terorê" biryara qayuman rast bide xuya kirin. Lê eşkere ye ku qayum li dijî mafê bijartin û hilbjartina Kurdan hatiye plan kirin. Destdanîna ser vîna gel ne biryareke hiqûqî ye û bi vê biryarê eşkere kirine ku Kurd nikarin li bajar û bajarokên xwe rêvebirên xwe hilbijerin."

Mizrakli dîyar dike ku AKP bi biryara jikardûrxistina wan, xala 127'an ya Qanûna Bingehîn binpê dike û pişta xwe dide qanûneke ku di dema Rewşa Awarte de hatiye pejirandin.

Ew di nameyê de behsa heceta girtina xwe dike û bal dikşîne ku endameke PKK'ê ya îtirafcî ser wî bi derewan îfade dide.

“Ew jina îtirfaçî ku bi cezayê dirêjîya jînê dihat dadgeh kirin, piştî îfadeya dijî min hatiye berdan.”

Mizrakli bi berdewamî dide zanîn ku beşdarîya wî ya çalakî û bernameyên HDP'ê jî wek sûc hatiye nîşandan.

Ew behsa rewşa xirab ya li girtîgeha jî dike û dibêje ku girtîgeh êşkencexaneyên mezin yên maf û dadmendî ne.

“Girtîyên sîyasî di bin zext û êşkenceyan de dijîn. Ti mafeke rewa yê mirovan li girtîgehan nemaye. Têgeha dadmendî jî mixabin îro weke nivîs diwarê dadgehan dixemilîne û li Tirkîyê edalet tenê di xizmeta partîyekê de ye."

Şaredarê Amedê di dawîya nameya xwe de bang li bîragiştî ya cîhanê dike ku piştgirî bidin wan.

"Ez wek bajarvanekî hilbijartî bang li bîragiştî ya cîhanê dikim ku rojek berîya rojekê hember destdanîna ser mafên Kurdan ya bijartin û hilbijartinê gavên berbiçav bavêjin û jibo cîhanîna dadmendî têkoşînekê bidin destpê kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_11_11_2019_Mizrakli