Dadgeha Bilind ya Tirkîyê Cezayê Bajarvanê Amedê Red Kir, Lê Ew Hîn Nayê Berdan

Dadgeha Bilind Cezayê Şaredarê Amedê Mizrakli Red Kir, Doza Wî li Amedê Tê Dîtin

Şaredarê Amedê Selçuk Mizrakli li ser biryara Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ji heman dozê cara duyê ye tê dadgeh kirin.

Rûniştina duyê ya doza ku ji endamtîya rêxistina terorê hatibû vekirin, roja Duşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an ya Amedê hate dîtin.

Mizrakli nêzi 4 sal in girtî ye û di vê rûniştinê da jî dadger daxwaza beraatê red kir.

Jineke îtirafkar di ifadeya xwe de îdia kiribû ku Mizrakli salên ku li nexweşxaneyeke taybet ya Amedê doktorê cerahîyê bû, gelek şervanên PKK’ê/YPG’ê amelîyat kirine.

Herwiha, tawanek din ya dijî Mizrakli jî xebatên wî yên derbarê komîsyona Saxlemî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ye.

Dadgeha Bilind Cezayê Zindanê Betal Kir

Mizrakli çar meh tenê şaredarî kir û sê meh piştî ku qayum dan ser şaredarîyê bi heceta endamtîya rêxistina terorê hate girtin û darizandin.

Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an ya Amedê par di meha Adarê de 9 sal û 4 meh cezayê zindanê lu wî birîbû. Parêzerên wî li dijî cezayê derketin û doz birin Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê. Li wir dadgehê jî di şeş xalan de dadgeha heremî ne heq dît û ceza betal kir û li ser biryara Dadgeha Bilind doza Mizrakli careke din destpê kir.

''Mizrakli hê jî şaredarê Amedê ye û cezayê wî nîn divê were berdan û vegere ser karê xwe.''

Parêzerê Mizrakli, Mushin Bîlal ji Dengê Amerîka re got ku piştî ku Dadgeha Bilind biryara dadgeha herermi betal kir li gorî hiqûqê divê Mizrakli bihata berdan û jibo ku niha cezayek ku li wî hatiye birin nemaye, erka wî ya ‘Şaredarê Amedê’ jî didome û divê vegere ser karê.

‘’Dadgeha Cezaya Giran biryara beraatê neda, ev jî nişan dide ku dadgeh di biryara xwe de ne azad e, desthilatîya sîyasî destûrê nade wan ku jibo Mizrakli biryara beraatê bidin. Jibo desthilatî dixwaze Mizrakli girtî bimîne, dadgeha heremî, biryara dadgeha bilind bi cî nayîne.’’

Mizrakli di parastina xwe da çi got?

Mizrakli, ku li Zindana Edîrne girtî ye, bi rêya înternete beşdarî dozê bû û got ku doza wî dozeke sîyasî ye jiber ku destilatî jibo sîstema qayum bidomîne naxwaze ew azad bike.

“4 sal in li ser îftira ango tiştên nebûyî, îtirafkarek girtî ye. Gelek kesên ku li ser ifadeya vê îtirafakarê hatibûn girtin, azad bûn, lê rewşa wî jî nişan dide ku doza wî dozeke sîyasî, ye biryar jî ne li gorî pîvanên hiqûqê ne.”

Mizrakli îdia kir ku jiber ku di cîyê wî de qayum danîne, hewce ye ew girtî bimîne lewma ev doz jî, weke vîdeyek e ku dixwazin eyarek bidin hiqûqê.

Mizrakli di dewamîya parastina xwe da îdia kir ku ev doz bi fermana desthilatîya sîyasî li dijî wî hatiye vekirin. Wî daxuyanîyeke wezîrê bere yê navxweyî Suleyman Soylu bi bîr anî.

Suleyman Soylu jibo qayuman çi gotibû?

Soylu berîya hilbijartinê di bernameyeke televîzyonî de wiha axfîbû:

‘’Serokomarê me ji min re got ku ew ji şaredarîyên HDPP, PKK’ê aciz e jiber ku ew zarokên me jibo PKK’ê dişînin serê çîya. Bacên dewletê jî ji PKK’ê re dişînin. Ew jî bi wan çekan distînin û bi wan çekan leşkerên me dikujin. Divê tu derhal wan ji kar dûr bixî. Ma min çi dixwest? Piştî du rojan di operasyonekê de 8ê sere sibê me hemîyan girtin û qayum danîn cîyê wan.’’

''Jibo ku desthilatî dixwaze Mizrakli girtî dihêlin''

Bilal ji Dengê Amerika re behsa prosesa dadgehkirina bajarvanê Amedê kir û got ku wan bi belgeyan îsbat kiriye ku ev jina itirafkar û Mizrakli di heman demê de li heman nexweşxaneyê kar nekirine. Lê dadgehê ti belgeyên di nav dosyeyê de kontrol nekirîye û biryarê jî bê ku dosyeyê kontrol bike, daye.

Dadgeha Bilind jî li ser şeş beşan biryara cezakirina Mizrakli betal kir

"Dadgeha Cezaya Giran biryara beraatê neda, ev jî nişan dide ku li ser biryara wan jî biryar hene û desthilatîya sîyasî destûrê nade wan ku jibo Mizrakli biryara beraatê bidin. Jibo ku desthilatî dixzwaze Mizrakli girtî bimîne, dadgeha heremî, biryara dadgeha bilind jî bê rumet dike.”

‘’Her kes dizane ku ev doz bi daxwazên desthilata sîyasî û bi sedemên sîyasî hatiye vekirin, jibo vê şîrovê jî ne hewce ku hun parêzer bin. Ger di çarçova hiqûqê de jî lê binerin, di heyama lêpirsînê da divê biryar bihata dayîn ku bi van hecetan nikarin doz vekin. Lê, dema em helwest û biryarên dozger û dadweran dinerin, ji vê lêpirsina bê bingeh, dozeke sîyasî û biryarara girtinê derxistin. Dinê tev dizane ku Mizrakli jibo ku şaredarê Amedê ye û jibo qayum bidin ser cîyê wî, dijî wî lêpirsîn vekirin, idiayên derew yên itirafkarê jî weke delîl qebûl kirin.’’

''Mizrakli 4 sal in bi darê zorê girtî ye''

‘’Ger biçek jî hurmet ji rêgezên bingehîn yê hiqûqê re hebe, divê Mizrakli lezûbez berdin û ew vegere ser kare xwe. Di alîyê qanûnan de jî ew hîn jî şaredarê Amedê ye. Mizrakli 4 sal in bi dara zorê girtî ye. Niha disa îfadeya îtirafkar weke delîl nîşan didin û dadgeh jî li gor dil û daxwaza sîyaseta desthilatê biryaran dide.’’

Hêjayî gotinê ye ku rûniştina sêyê vê dozê di 11 Îlonê de were dîtin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_Raporta_Taybet_Selcuk_Mizrakli