Nivîskara Girtî Mizgîn Ronak Piştî 30 Salan ji Zindanê Derket

Your browser doesn’t support HTML5

Nivîskar û helbestvana Kurd Mizgîn Ronak, ku pişti 30 salan ji girtigehê hate berdan, çû bajarl xwe yê dayikbûnê, Amedê. 

Nivîskar û helbestvana Kurd Mizgîn Ronak pişti 30 salan ji girtigehê hate berdan. Ronak şeva Pênşemê li bajarê xwe li Amedê li firîngehê ji aîiyê endamên Pena Kurd û Komela Nivîskarên Kurd, Tevgera Jina Azad, HDP û DBPê hate pêşwazî kirin.

Ronak di 19 salîya xwe de ji doza PKK hatiye girtin û bê navber 30 salan li giritgehê ma. Wê li zindanê 6 pirtûkên roman, helbest û çirok nivîsîne:

Sêv jî Me Dikujin, Em Bûn Baran, Dilavî, Rojhat, Gorçîya Ne Em û Nobedarên Gulên Kobanê