Girtîyê Kurd Abdulkadir Kuday roja Çarşemê li Girtîgeha Metrîsê ya li Stenbolê jiber nexweşîyeke giran jîyana xwe ji dest da.
Kuday çar sal bûn nexweşê ALS (Amyotrofik Lateral Skleroz) bû. ALS, nexweşîyeke ku zîyanê digihîne benz û masûlk û mejîyê mirov.
Abdulkadîr Kuday, di dema bûyerên Kobanî de, di 8’ê Cotmeha 2014’an de li bajarokê Qoserê, li Mêrdînê, bi kuştina du endamên Daişê hate sûcdar kirin û bi endamtîya PKK’ê hate ceza kirin.
Me bi birayê wî Salih peywendî danî ku ew di wan kêlîyan de li Stenbolê, li pêş nexweşxanê, li benda girtina termê Abdulkadir bû.
Hêjayî gotinê ye, kurê Abdulkadir, Seyît Riza Kuday, di şerê Daişê de li Reqqayê hat kuştin û li ser wesîyeta wî li Qoserê, li kelêka gora kurê xwe dê were binax kirin.
Salih Kuday got ku rewşa girtîgehê nexweşîya Abdulkadir girantir kirîye. Sazîya Tiba Edlî çend caran rapor jî jibo Abdulkadîr dane ku di wir de jî hatîye dîyar kirin ku ew nikare bi serê xwe li xwe binêre.
''Me gelek caran hewil da ku birayê min bi saxî bidin, em wî bibin nav jin û zarokên wî, lê mixabin nedan. Niha em termê wî dibin mala wî.''
Wî got ku gelek serbaz û generalên Tirk, bi raportên Sazîya Tiba Edlî hatin berdan lê destûr jibo birayê wî nedan.
''Ev dijimantîyek hovîtî ye. Ev jî bi tecrîdê ve girêdayî ye, îro tecrîd ne tenê li ser girtîgehê ye, li ser tevahîya civatê tecrîdeke giran heye. Em hêvî dikin êdî tabût (darbest) bes ji girtîgehan derkevin, lê rewşa desthilatîyê ger ev be, em bi xemgînîyekê dikarin bêjin ku ewê gelek tabûtên din jî ji girtîgehan derkevin.''
Ali Ekber Oruç jî girtîyek din bû ku dema li girtîgehê bûye, nexweşîna parkinson lê peyda bûye. Ew jî weke Abdulkadir, ji endamtîya terorê hate girtin û 22 sal girtî ma. Piştî ku parkinson lê giran dike, di sala 2014an de hate berdan. Lê ji roja ku derket heta 19’ê Tebaxê, roja ku mir, nexweşê di nav nivînan de bû.
Parkinson nexweşîyeke norolojik e ku bê hemdî lerz li dest û lingan dikeve.
Rojnamevan Azîz Oruç, ku birazîyê Alî Ekber e, ji Dengê Amerîka behsa çîroka apê xwe kir.
Wî got ku apê wî di sala 1993’an de, dema rêwîtîya ber bi Silopya, digel du kesan, bi sûcê endamtîya terorê hat girtin.
Tevî raportên doktoran, Alî Ekber demek dirêj nehat berdan. Heta rojekê çaydana ava kelandî bi ser wî de dirije, di laşê wî de şewateke giran çêdibe, û bi raporta doktoran ji girtîgehê tê berdan.
Oruç dîyar kir u tevî apê wî, bi hezaran girtîyên nexweş li zindanên Tirkîyê hene ku bi darbestan ji girtîgehan dertên.
''Ev rewş bi xwe awayekî cuda yê jî cezayê mirinê ye.''
Hem Azîz, hem Salih anîn ziman ku rewşa nexweşan li ser derûnîya malbatan jî barek giran çêdike, jiber bêçaretîyê piskolojîya wan jî têk diçe.
Komela Mafê Mirovan li ser rewşa girtîyên nexweş raporên salane amade dike. Li gor daneyên 2023’an, li zindanên Tirkîyê, 42 girtî jîyana xwe ji dest dane ku piranîya wan nexweş bûn.
Federasyona Komelên Xizmên Girtîyên Mezopotamyayê (MED-TUHADFED) jî salane raporan amade dike.
Li gor zanyarîyên xizmên girtîyan, di sala 2021’an de 52 di 2022’an de 43 û di şeş mehên pêşîn ê 2024’an de 26 girtîyên nexweş li girtîgehan jîyanên xwe jidest dane.
Li gor daneyên Wezareta Dadê, li zindanên Tirkîyê, di navbera 2018-2023 de, 2258 girtî jîyanên xwe jidest dane.
Your browser doesn’t support HTML5