Gelo Nexweşên Pêketîyên Korona li Amedê Weke Kobay Hatine Bikaranîn?

Konferansek li Tirkiyê li Ser Kovîd 19

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Dokotor Cenab Ekîncî li ser X'ê mijareke girîng anî rojeva Tirkîyê. Li gorî îdiaya wî, di hezîrana 2020’an de li Amedê, kompanîyeke taybet gelek nexweşên Kovîdê weke kobay anku ceribanok bi kar anîne.

Ekîncî da zanîn ku di 27’ê Hezîrana 2020’an de, ji Zanîngeha Gazî ya li Enqerê, Profesor Kardîyolojîyê Hîkmet Selçuk Gedîk digel heft kesan, bi firokekeke taybet hatine Amedê û li Nexweşxana Lêkolînê ya Gazî Yaşargil, makîneyek lazerê ku navê wê ‘Turkish Beam’ danîne û li ser nexweşên kovîdê bi kar anîne.

‘’Jiber ku li cîhanê li tu welatî ev makîne nehatîye bi kar anîn û tu merheleyên zanistî jî li ser wê nehatîye kirin, Wezareta Saxlemîya Tirkîyê makînê nedixwest. Ti nexweşxane qebûl nekir lê çi hîkmete, Midurê Tendirûstî ya Amedê Cîhan Tekîn û Serokhekîmê Nexweşaneya Gazî Yaşargîl qebûl kirine û sê roj li ser nexweşan makînê ceribandine. Makînê li ser heywanên kobay neceribandine û hatine Amedê, li ser nexweşên kovîdê makîne bi kar anîne. Em akûbeta wan nexweşan nizanin, lê texmîn dikim gelek nexweş wefat kirine û sedema mirina wan jî kovîd nîşan dane.’’

‘Lazera Tirkan’ di Ajansa Anadoluyê de jî bûye nûçe

Di Ajansa Anadoluyê de, di 26-27’ê Hezîrana 2020’an de, li ser vê tedawîyê nûçeyek hatîye belavkirin, weke çîroka serkeftinê hatîye ragihandin. Di wê nûçeyê de profesor Gedîk dibêje ‘‘Tedawîya Lazerê ya Tirkan cara yekê li Dîyarbekirê li ser nexweşek 46 salî ku navê wî Mahmut Orak e, hate bikaranîn û makîne vîrûsê têk biriye.’'

Piştî parevkirinên Dr. Ekîncî, me xwest em van îdiayan ji ji rêvebirên nexweşxanê yên navborî jî bipirsin lê bi telefonê peywendî çênebû.

Halîs Yerlîkaya ‘’Yekîtîya Doktoran wê demê li dijî vê tedawîya derket’

Endamê Rêvebirîya Yekîtîya Doktorên Tirkîye (TTB) Halîs Yerlîkaya di dema pandemîyê de di nav lijneya rêxistinên sivîl a tekoşîna li hember Kovîdê de xebatan dikir.

‘’Em wê demê jî li dijî vê tedavîyê derketin, me daxuyanî da.''

Yerlîkaya got ku xwedîyê kompanîya makîneya lazerê, xizmê karbidestek hikûmetê ye.

''Wê demê rewşeke awarte hebû, rojên tarî bûn. Li ser çend nexweşan ev tedavî hate kirin em nizanin, di demek kurt de hat ji bîr kirin, kesî nepirsî ka ew tedavî çawa bi encam bû.’’

Yerlîkaya texmîn dike ku li ser çar-pênc nexweşan ev tedavî hatîye ceribandin, lê Ekîncî bawer dike ku hejmara nexweşan herî kêm 20 e.

Her du doktor dibêjin ku tenê xizmê wan nexweşan dikarin derkevin û xwe eşkere bikin. ''Bi xêra wan belkî em jî aqûbeta nexweşan hîn bibin.’’

Yekîtîya Doktorên Amedê jî li dijî vê tedavîyê daxuyanî da û dîyar kir ku îdia pir cidî ye. Ev îdia hate rojeva parlamena Tirkîyê û heşt parlamenterên DEM Partî daxwaza lêpirsînê dikin.

Serokê Yekîtîya Doktorên Amedê, Veysî Ulgen û parlamenterê DEM Partî Serhat Eren jî beşdarî bernamê bûn.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng a bernama Mijara Rojê gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Bernama Mijara Roje-11/07/2024