Hilbijartinên Mîdterm anku hilbijartinên nîvdemî do Sêşemê hate kirin. Amerîkî jibo hilbijartina hemî 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 endamên Civata Senatoran û herwiha walîyên 36 eyaletan çûn ser sindoqan.
Di hilbijartinan de tevî bendewarîyên xurt, Partîya Komarî serketineke mezin bi dest nexist û heta îro Çarşemê hîn jî ne zelal e ku ewê kontrola Kongresê bigirin yan ne.
Heta niha Partîya Komarî 49 û Partîya Demokrat jî 48 kursîyên Civata Senatoran qezenc kirine, lê encamên 3 eyaletan: Arizona, Georgia û Nevada zelal nebûne ku dîyar be kîjan partî wê Civata Senatoran kontrol bike.
Çaverê ye ku li eyaleta Georgia hilbijartina gera duyê pêk were jiber ku ti berbijar nekarî 50 ji sedê dengên heyî wergire.
Li Civata Nûneran jî heman rewşa ne zelal heye û tevî ku Komarî ji kontrolkirina wê civatê re nêzîktir in, hîn bîragiştî ya Amerîkî li benda encaman e.
Hilbijartinên Mîdterm ji alîyê pispor û bîragiştî ve mîna erêkirina yan redkirina du salên borî yên seroktîya Amerîka tê dîtin.
Bi encamên ku heta niha zelal bûne, Serokê Amerîka Joe Biden û partîya wî di rewşeke baş de ne, lê di nava Partîya Komarî nîqaş destpbûnê ku çima ew serfiraz nebûne.