Walîyê Teksasê Greg Abbott yê Komarî di hilbijartinan de careke din bi ser ket.
Abott, ku dê bo dewra sêyan li ser kar be, endama berê yê Kongresê Beto O’Rourke yê Demokrat têk bir.
Serokê berê Donald Trump di hilbijartinan de piştgirîya Abbott kir.
Walîyê Teksasê Abott di dewra xwe ya duyê de dijî aşîya COVID-19 û maskeya mecbûrî sekinîbû.
Abott ji meha Nîsanê vir ve bi hezaran koçber li otobusan siwar kirin û şandin herêmên Demokratan.
Bi serketina dawî re, Abott dikare bo hilbijartinên 2024’an bibe berbijarê seroktîyê.