Piştî Hilbijartinên Nîvdemî Siberoja Kontrola Kongresê Hîn Zelal Nebûye

Rojeke piştî hilbijartinên nîvdemî Kongresa Amerîkî

Hilbijartinên Mîdterm anku hilbijartinên nîvdemî do Sêşemê hate kirin. Amerîkî jibo hilbijartina hemî 435 endamên Civata Nûneran û 35 ji 100 endamên Civata Senatoran û herwiha walîyên 36 eyaletan çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinan de tevî bendewarîyên xurt, Partîya Komarî serketineke mezin bi dest nexist û heta îro Çarşemê hîn jî ne zelal e ku ewê kontrola Kongresê bigirin yan ne.

Heta niha her yek ji Partîya Demokrat û Partîya Komarî 48 kursîyên Civata Senatoran ezenc kirine lê encamên 4 eyaletan: Arizona, Georgia, Nevada û Wisconsin zelal nebûne ku dîyar be kîjan partî wê Civata Senatoran kontrol bike.

Li Civata Nûneran jî heman rewşa ne zelal heye û tevî ku Komarî ji kontrolkirina wê civatê re nêzîktir in, hîn bîragiştî ya Amerîkî li benda encaman e.

Li istana Pennsylvania, di kêbirkeya kursîya Civata Senatoran de berbijarê Demokrat John Fetterman dijî hevrikê xwe yê Komarî, stêrkê televîzyonê Mehmet Oz serketî derket û bû senator.

Gelek pispor wê hilbijartinê wek hilbijartina herî buha ya Senatoyê didîtin û her du Fetter man û Oz diravên mezin jibo kempeynên xwe xerc kirin.

Oz bi eslê xwe Tirk e û ger bihata hilbijartin wê bûbûya senatorê Misliman yê yekê li Civata Senatoran.

Hilbijartinên Mîdterm ji alîyê pispor û bîragiştî ve mîna erêkirina yan redkirina du salên borî yên seroktîya Amerîka tê dîtin. Bi encamên ku heta niha zelal bûne, Serokê Amerîka Joe Biden û partîya wî di rewşeke baş de ne, lê di nava Partîya Komarî nîqaş destpbûnê ku çima ew serfiraz nebûne.