Jinên Amedî Daxwaza Girtina Kujerê Meryem Sevîm Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Tora Dijî Tundîyê ya Amedê jibo Meryem Sevîm, ku di 13'ê Mijdarê de ji alîyê Musa Sevîm ve hat kuştin civîn. Jinên Amedî li ber Pekera Mafên Mirovan kom bûn û ji karbidestan daxwaza girtina demûdest ya kujer Sevîm kirin.

Meryem Sevîm li Amedê ji aliyê Musa Sevîm ve bi 9 guleyan jiber ku naxwaze bi wî re hevaltîyê bike,hat qetilkirin.Jinan pankartên “bo Meryem Sevîm edalet”, Di meşê de pankartên “Bila Musa Sevîm bê girtin”, “Jin jiyan azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” hilgirtin. Malbata Meryem Sevîm, heval û gelek jin beşdarî daxuyanîyê bûn.